Dinya

Îmana dergûş di sermayê da çavvekirî can daye

Di wêneyên Nexweşxaneya Şifayê bi AAyê ra parve kirin û piştî mirina wê kişandine da tê dîtin ku çavên Îmanê vekirî mane

14.02.2020
Îmana dergûş di sermayê da çavvekirî can daye

Afrin

Derkete holê ku Îman Ehmed Leylaya dergûşa 1,5 salî ya ji ber êrîşên rejima Beşar Esed û piştgirên wê bê xanî ma û bi malmata xwe ra koçî nêzî sînorê Tirkiyeyê kiribû ji ber hewaya sar çavvekirî wefat kiriye.

Hat ragihandin ku malbata Îmana zarok ji Îdlibê koçî sitargeke li başûrê rojavayê Efrînê kiribû û di holikeke bê cam da sitar bibû û malbata wê do ber destê sibê Îman anîbû Nexweşxaneya Şifayê ya li Efrînê.

Lêbelê hatibû tesbîtkirin ku Îmana 1,5 salî beriya ku bînin nexweşxaneyê wefat kiriye.

                                

Di wêneyên Nexweşxaneya Şifayê bi AAyê ra parve kirin û piştî mirina wê kişandine da tê dîtin ku çavên Îmanê vekirî mane, destek ji bo kişandina wêneyan cesedê wê bilind dike.


Di rapora nexweşxaneyê da hat dîtin ku dergûşa 1,5 salî kêm hatiye xwedîkirin bi tenê 4,5 kîlo dihat. Wekî mayîn di raporê da hat destnîşan kirin ku bi Îmana dergûş ra nexweşiya "serebellar atrofî" (piçûkbûna mêjmêjiyê) hebûye.

Hat ragihandin ku malbatê ji ber êrîşên rejimê û Rûsyayê di sala 2018an da jî Xuteya Rojhilat a herêma Şamê koçî Îdlibê kiriye, ji ber bombebaranê dewam kir jî ji vê derê koçî sitargeheke li nêzî sînorê Tirkiyeyê kiriye.

Di encama êrîşên rejima Beşar Esed û Rûsyayê yên li ser Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê ji rêbendana 2019an vir da 1,8 milyon sivîlî koçî sînorê Tirkiye-Sûriyeyê kiribû.

Piraniya kesên koç kirin li kampên nêzî sînorê Tirkiyeyê sitar bûn û hinekên wan xwe sipartin herêmên Tirkiyeyê bi herekatên Mertalê Feratê û Çiqlê Zeytûnê ji terorê paqj kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın