Dinya

Îdlibiyan bangî Seroka Komîsyona YEyê kirin ku bila were malên ji prîkêtê çêkirî ew tê da dijîn bibînin

Fatma el-Abed a di malên birîketê yên Tirkiyeyê çêkir da bi cî bû: "Xwedê ji Erdogan razî be. Wî em parast û bi cî kir. Birêz Leyen em vexwendinê dişînin pey we û werin vê derê. Werin jiyana mirovan a li vê derê bibînin."

Abdullah Tel,Elif Irmak   | 14.01.2021
Îdlibiyan bangî Seroka Komîsyona YEyê kirin ku bila were malên ji prîkêtê çêkirî ew tê da dijîn bibînin

İdlib

 Li Sûriyeyê Îdlibiyên ji ber êrîşên rejima Beşar Esed reviyan û di konan da disitirîn derbasî malên ji prîkêtan ku Tirkiyeyê çêkir bûn û piştgirî dan bangewaziya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û xwestin Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Ursula von der Leyen bê herêmê.

Fatma el Abed a 70 salî ku ji mala xwe ya li gundewarê başûrê Helebê ji ber êrîşên rejimê reviya û derbasî Îdlibê bû daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Xwedê jiyana di kon da neke para kesî. Ba, baran, serma. Me nikaribû zarokan biparêzin. Ji ber baranê hemû amûrên me di bin avê da diman."

Abedê destnîşan kir ku ew paşê derbasî malên prîkêt yên Tirkiyeyê çêkirin bû û wiha domand: "Xwedê ji Erdogan razî be. Wî em parast û bi cî kir. Birêz Leyen em vexwendinê dişînin pey we û werin vê derê. Werin jiyana mirovan a li vê derê bibînin."

Ji şêniyên di malên prîkêt da dimînin Suphî el Abîd jî got ku wî gelek caran koç kir hat di kampê da bi cî bû û paşê jî derbasî maleke ji prîkêtê hatiye çêkirin bû.

Abîd got: "Hewa sar e, berf heye û şert û mercên hewayê jî zêde baş nînin. Paşê mehên havînê jî pir germ dibûn. Înşeallah rêvebirên YEyê vexwendina Birêz Erdogan qebûl bikin û bên û bi hev ra mirovên ji cî û warên hatine kirin bibînin."

- Ji Erdogan pêşniyaza ziyareta malên prîkêt ên li bakurê Sûriyeyê

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di axaftina xwe ya pêr ya ku xitabî balyozên Enqereyê yên welatên YEyê kir da behs kiribû ku pêşniyazî Ursula von der Leyena Seroka Komîsyona YEyê kir ku malên prîkêt ên li bakurê Sûriyeyê ziyaret bikin.

Serokmar Erdogan axaftina xwe wiha berdewam kiribû:

"Min gote Birêz Ursula von der Leyenê ku 'Ne tenê hatin heta dixwazim ku ez bi we ra malên prîkêt ên ku em niha li bakurê Sûriyeyê çêdikin bi hev ra bigerim. Hûn ji koçê berpirsyar in, bi mijara koçê ra eleqedar dibin, em van bi hev ra bibînin û bibînin ka em di vê mijarê da di nav hesasiyeteke çawa da ne.' Ji ber ku me ji wan soz hilda û di mijara van malên prîkêt da wan jî soz da me ku ew jî dixwazin gelek malên prîkêt çêbikin lêbelê di vê mijarê da tu piştgirî negiha me."

Niha jî me hema bêje ji nîvî zêdetirê plana xwe ya çêkirina 50 hezar avahiyên prikêt pêk aniye. Em ji aliyekî va binesaziya vê çêdikin lêbelê heta em bi we ra biçine wir em ê piraniya wan xilas bikin. Hûnê li wir bibînin ka Tirkiyeyê di vê mijarê da çi kiriye û li Îdlibê ew mirovên bi rastî jî mihacir in, her dem bi mirinê ra rû bi rû ne çawa bi kelecanî li benda wan e."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın