Dinya

Êzdî di sala 8emîn a êrîşa Şingalê ya DEAŞê da li benda piştgiriya raya giştî ya navneteweyî ne

Ekip   | 03.08.2022
Êzdî di sala 8emîn a êrîşa Şingalê ya DEAŞê da li benda piştgiriya raya giştî ya navneteweyî ne

Dahuk

 Li navçeya Şingalê ya li ser bajarê Mûsilê Êzdiyên ku ji êrîşa DEAŞa rêxistina terorê ya 8 sal berê reviyan û ji ber PKKya rêxistina terorê nikarin vegerin malûn xwe ji bo ku bikarin vegerin warê xwe bangî raya giştî ya navneteweyî kirin ku piştgiriyê bidin.

Li Lsleşa perestgeha pîroz a Êzdiyan a li Şeyxana navçeya Dihokê ji ber sala 8emîn a êrîşa DEAŞê ya di 3yê tebaxa 2014an da civîneke çapemeniyê ya ku Hazim Tehsîn Begê serokê Êzdî jî amade bê hat kirin.

Huseyîn Qasim Hasunê berdevkê serokê Êzdiyan di daxuyaniya xwe da destnîşan kir ji bo ku Êzdiyên Şingalî ji penaberiyê xilas bibinhewcehiya wan bi piştgiriya raya giştî ya navneteweyî heye, saziyên navneteweyî ji bo ku Peymana Şingalê bû tetbîqkirin divê pêkûtiyê li hikûmeta Iraqê bikin.

Hasun diyar kir ji bo ku komên dereqanûnî (PKK) yên li Şingalê ji navçeyê derkevin wek merhaleya ewil divê peymana Hewlêr-Bexdayê bê tetbîqkirin û da zanîn ku komên dereqanûnî (PKK) yên wir li ber ji nê va avakirina Şingalê digirin û penaber jî ji ber vê yekê nikarin vegerin welatê xwe.


Hasun got ku "Mîr Hazim Begê serokê Êzdiyan dixwaze ku ev komûn dereqanûnî (PKK) ji Şingalê derkevin. Heke komên dereqanûnî derkevin Iraq û Herûma Kurdistana Iraqê bi piştgiriya saziyên navneteweyî va dê Şingalê ji nê va ava bikin û Êzdî jî dê vegerin malên xwe."

Hasun destnîşan kir ji bo ku DEAŞ cardin êrîşî Êzdiyan neke divê raya giştî ya navneteweyî temînatê bide û Êzdiyan biparêze û ev gotin:

"Heta niha 3 hezar û 554 Êzdî ji DEAŞê hatin xilaskirin. Kêmzêde 138 hezar Êzdiyên ji Şingalê reviyan li kamplên li Dihokê dimînin. Ji 190 hezarî zêdetir Êzdî jî dervayî kampan dijîn. Hazim Begê serokê Êzdiyan ji bo çareserkirina pirsgirêkên kesên ji Şingalê reviyan daimî bi Herêma Kurdistana Iraqê, hikûmeta Iraqê û raya giştî ya navneteweyî ra di nav peywendiyê da ye. Peymana Şingalê ya ku di navbera Hewlêr û Bexdayê da hat îmzekirin divê bê tetbîqkirin."

Malbatên Êzdî yên ku beşdarî civîna çepemeniyê bûn jî wêneyên eqrebayên xwe yên ku di êrîşa DEAŞê da mirin û ji hêla rêxistinê va hatin revandin bi xwe ra anîbûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın