Dinya

Êrîşên asîmanî yên li ser Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê: 8 mirî

Rejima Esed duh derengê şevê êrîş bir ser "Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê" di êrîşê da 8 sivîl mirin

Elif Orhan   | 12.06.2019
Êrîşên asîmanî yên li ser Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê: 8 mirî

İdlib

Rejima Beşar Esed duh derengê şevê êrîş bir ser cî û warên li "Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê" di êrîşê da 8 sivîl mirin.

Balafirên şer ên rejima Esed derengê şevê êrîş birin ser gundên Kefer Eyn, Xas û Tebîşa li başûrê bajarê Îdlibê.

Li gor agahiyên ku ji ekîbên Parastina Sivîlan (Kumspî) hatin sitandin li Xasa li başûrê Îdlibê 2, li Tebîşê 1 û gundê Kefer Eynê 5 bi tevahî 8 sivîl mirin.

Ekîbên parastina sivîlan gotin ku êrîşên asîmanî yên dijî bajaroka Kefer Eynê gelekî bi şidet in û dibe ku jimara miriyan zêde bibe.

Di 3 rojên dawîn da di êrîşên asîmanî û bejayê yên rejima Esed û Rûsyaya piştgirê wê yên ser cî û warên di nav sînorên "Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê da 28 sivîl miribûn.

- Rewşa li "Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê"

Bajarê Îdlibê ku dikeve bakurê rojavayê Sûriyeyê, hema bêje ji destpêka şerê navxweyî heta niha weke keleha mixalifan e. Vê gavê bi koça navxweyî va nifûsê Îdlibê derketiye 4 milyonî. Navenda bajêr di adara 2015an da ketibû destê mixalifan. Îdlib di nav bajarên ku herî zêde dibin hedefa rejimê da ye.

Tirkiye, Rûsya û Îranê di civîna Astanayê ya 4-5ê gulana 2017an da Îdlib û derdora wê weke "Herêma Kêmkirina Rageşiyê" îlan kiribû. Piştî êrîşên hêzên rejimê Tirkiye û Rûsya ji bo herêma navborî li ser mitabaqateke din li hev kiribûn.

Rejim bi alikariya piştgirên xwe va digel mitabaqata ku di 17ê îlona 2018an da li Soçiyê hat îmzekirin, êrîşên xwe didomîne. Dema ku Tirkiye, Rûsya û Îranê di 25-26ê Nîsanê da li Nur Siltana paytextê Qazaxistanê civîna 12emîn dikir, êrîş zêde bûn û ji wê demê heta niha dewam dikin.

Çavkaniyên parastina sivîlan ragihandin ku li Sûriyeyê meha çûyî bi destê artêşa rejima Beşar Esed û terorîstên biyanî ku Îran piştevanê wan e, 59 jê zarok, 231 sivîl hatin kuştin û 659 sivîl jî birîndar bûn.

Rejima Esed û piştgirên wê ji 17ê îlona 2018an vir va agirbest binpê kir û bi êrîşên xwe va 553 hezarî zêdetir sivîl ji cî warên wan kirin.

Rejima Esed û komên terorîst ên Îran piştgiriyê dide wan, bi piştgiriya esmanî ya Rûsyayê va nêzî 3 hefte berê li ser "Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê" êrîşên berfireh dan destpêkirin û qadeke dora 100 kîlomêtreqareyî bi dest xist. Mixalifên eskerî jî ji bo ku herêmên ketine destê hêzên rejimê ji destê wan derxin, car caran operasyonan dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın