Xelfetiya warê "gula reş" dixwaze bi "gula kesk" jî bê zanîn
Şanlıurfa
Xelfetiya navçeya Rihayê ku navenda "gula reş" a bi tenê li wê derê hêşîn dibe, xwedî reng û tama resen û pesendkirî ye di demên dawîn da dixwaze bi gula kesk jî bê zanîn.
Ji bo ku warê gula reş wek warê gula kesk jî bê hesibandin xebat tên kirin.
Xelfetî 9 sal berê ji hêla Komîteya Kordînasyona Navneteweyî ya Cittaslowê li tora "bajarê aram" hat zêdekirin, bi malên kevir ên dîrokî û bedewiyên xwezayî va wekî "bihûşta veşarî" ya herêmê tê binavkirin.
Li navçeya her sal bi hezaran mêvan tên gelek nebat hene.
Navçe ji ber gula reş a ku bi rengê xwe yê mîna teniyê reş e û bêhna xwe va balê dikişîne warê vê çîçekê ye lê li ev war di heman demê da ji gula kesk a li herêmê kêm tê dîtin ra jî mazuvaniyê dike.
Midûriyeta Daristan û Çandiniyê ya Navçeya Xelfetiyê bi armanca zêdekirina qada gula kesk lê bigihîje hewl dide û dixwaze ku bila him di qada tûrîzm û him jî di qada aboriyê da ev gul jî bi kêr bê.