Çand û huner

Vê heftê 9 fîlm dikevin vîzyonê

Melik Fırat Yücel  | 09.09.2021 - Rojanekırın : 14.09.2021
Vê heftê 9 fîlm dikevin vîzyonê

Istanbul

 Li salonên sînemayê yên Tirkiyeyê vê heftê jê 5 xwemalî tevahî 9 fîlm dikevin vîzyonê.

Filma bi navê "Suveyda" ya ku senarîst û çêkerê wê derhênerê navdar Mesut Uçakan e wê sibê bê nîşandan.

Mijara fîlmê zarokekî 11 salî yê bi navê "Hadim" e ku dixwaze bibe hafiz.

Lîstikvanên fîlmê Necip Fazil Belge, Fatîh Kuçuk,Yusuf Duru, Mehmet Keflî, Sila Naz Akça, Seda Kement Aydin, Kivilcim Kaya, Hulya Akyol, Mehmet Fatih Yildiz û Ahmet Şahin in.

- "Nameyên Pêncî Peyvî"

Derhênerê fîlma "Nameyên Pêncî Peyvî" Emîr Khalîlzadeh, lîstikvanên wê jî Gîzem Karaca Ekmekçî, Îlker Kizmaz, Tekîn Temel, Îlhan Şeşen û Derya Alabora ne.

Cureya fîlmê biyografî ye ku behsa Ahmet Tevfîk Îleriyê Wezîrê Îskanê yê heyama darbeya 27ê Gulanê dike. Di fîlmê da piştî darbeyê Wezîr Îlerî dişînin Girava Yassiadayê ku mijara fîlmê ev e.

- "Însan Du Cure ne"

Derhênerê fîlmê Tunç Şahîn, derhênerê dîtbarî jî Sebastian Weber e.

Di fîlma ku cureya wê dram e da Burcu Bîrîcîk, Pinar Denîz, Aras Aydin, Başak Daşman û Erdem Akakçe serlîstikvaniyê dikin.

Di fîlmê da Duygu û Bahadirê di şîrketekê da dixebitin li dû wan kesên ku deynê wan ji bankayan ra heye lê nadin dikevin û deynê wan ji bankayan hildidin. Dema ew û Ceren rastî hev tên jiyana wan diguhere.

- "Baturalp"

Derhênerê fîlma "Baturalp"ê Gokhan Aksu, lîstikvanên wê jî Gurkan Arikboğa, Yakup Yavru, Erdem Çomlek û Oguz Serîn' in.

Cureya fîlmê komedî ye.

Di fîlmê da mêrîkekî qehwexaneya wî heye li taxê rastî pevçûneke biçek tê û bûyer diqewimin.

- "Sîr-Ayet: Mirî

Derhêneriya fîlmê Gunay Gunaydin dike û fi îlmê da Efsun Akkurt, Sebahat Adalar, Betul Ceyhan, Şehnaz Dîlan û Ceysu Yetkîn dilîzin. Di fîlmê da qala ciwaneke ku her tim di xewna xwe da dayika xwe ya 5 sal berê miriye dibîne dikin.

- "Ava Sihêl"

Derhêneriya fîlma Ava Sihêl Tom MvCarty dike û di fîlmê da Matt Damon, Abigail Breslin, Camille Cottin, Deanna Dunagan û Robert Peters dilîzin.

Serlehengiya fîlmê Matt Damonê lîstikvan dike. Di fîlmê da qalê dikin ku Allisona qîza wî îdia dike ku kesek nekuştiye lêbelê tê girtin û Damon hewl dide ku qîza xwe ji girtîgehê derxe.

- "Qutiya Reş"

Dehêneriya fîlma Qutiya Reş Yann Gozlan dike û di fîlmê da Pierre Niney, Lou de Laage, Andre Dussollier û Olivier Rabourdin dilîzin.

Di fîlmê da ciwanek dixebite ku sedeme ketina teyareyeke teze fehm bike ûli ser qutiya reş a teyareyê lêkolînan dike.

- "Yên Pir Tên Firotin"

Derhêneriya fîlma Yên Pir Tên Firotin Lîna Roessler dike û di fîlmê da Aubrey Plaza, Cary Elwes, Michael Caine, Scott Speedman û Ellen Wong dilîzin. Senaryoya fîlmê jî bi destê Anthony Grieco hatiye nivîsandin.

Di fîlmê da jinek weşanxaneyeke ku pirtûkê zêde tên firotin çap dike dikire. Jinik dibîne ku li gor peymanê Harrîs Shawê nivîskarê navdar ji weşanxaneyê ra pirtûkeke teze deyndar e û çîroka fîlmê dest pê dike.

- "Z"

Derhêneriya fîlma "Z"yê Brandon Christensen dike û di fîlmê da Keegan Connor Tracy, Jett Klyne, Sean Rogerson, Sara Canning û Stephen McHattie dilîzin.

Di fîlmê da qala malbateke ku hevalên xeyalî miseletê kurê wan ê 8 salî bûye dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın