Serokomar Erdogan ji bo pirtûka "Serkeftina Qerebaxê ya ku AAyê amade kiriye pêşekiyek nivîsî
Ajansa Anadoluyê (AA) bi wênenameya "Serkeftina Qerebaxê" ku tê de bi wêneyan 2yemîn Cenga Qerebaxê ya ku par di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de rû da tê nîşandan, nîşeyekê datîne dîrokê.
Ankara
Ajansa Anadoluyê (AA) bi wênenameya "Serkeftina Qerebaxê" ku tê de bi wêneyan 2yemîn Cenga Qerebaxê ya ku par di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de rû da tê nîşandan, nîşeyekê datîne dîrokê.
Beşa yekem a pirtûka "Serkeftina Qerebaxê" bi puxte behsa temelên dîrokî yên pirsê dike. Beşa duyem ku beşa herî giring e jî ji nûçe û wêneyên AAyê yên ku roj bi roj Cenga Qerebaxê dişopand pêk tê. Di beşa sêyem de jî cih dide gotarên derbarê encamên Serkeftina Qerebaxê di warê siyaseta herêm û cîhanê de.
Li bin nivîsa pêşekiyê îmzaya Serokomar Erdogan û li bin nivîsa pêşgotinê jî îmzaya Serokê Lijneya Rêveberiyê û Rêveberê Giştî yê AAyê Serdar Karagoz heye.
- AA di vê berhemê de dibe şahidê Serkeftina Qerebaxê û şopê ji siberojê re dihêle
Beşek ji ji pêşekiya ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo pirtûkê nivîsî wiha ye:
"Serkeftina Pîroz a Qerebaxê, nîşaneya şanaziyê ye ku îsbat dike têgihiştina 'yek millet, du dewleta' a Tirkiye û Azerbaycanê di sedsala 21ê de jî hê sipîsax e. Di 21ê Îlonê de li dijî êrîşên Ermenistana dagîrker, gel û dewlata Tirk bi hemî îmkanên xwe li tenişt birayên xwe yên Azerbaycanî bû û dê berdewam bi wan re be."