Ser rê li cihê ku rêwî derbas dibin govend gerandin
Li Nisêbînê xwendekarên keç ên ku li dibistanên xwe di ekîba lîstikên gel da ne, ji bo piştgiriyê bidin çêkirina hişmendiya ku di trafîkê da divê meriv pêşiyê rê bide rêwiyan, ser rê li cihê ku rêwî tê ra derbas dibin govend gerandin
Mardin
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê xwendekarên keç ên ku li dibistanên xwe di ekîba lîstikên gel da ne, ji bo piştgiriyê bidin çêkirina hişmendiya ku di trafîkê da divê meriv pêşiyê rê bide rêwiyan, ser rê li cihê ku rêwî tê ra derbas dibin govend gerandin.
Wezareta Karên Navxweyî bi dirûşmeya "Beriya Wesayîtan Maf yê Jiyan û Rêwiyan e" kampanya da destpêkirin, ji bo piştgiriya kampanyayê Midûriya Perwerdeya Neteweyî ya Navçeyê li kolana Mêrdînê bername li dar xist.
7 xwendekarên keç ên ku li Dibistana Navîn a Mehmet Akîf Ersoy di ekîba lîstikên gel da ne, piştî ku seba rêwiyan ronahî vêket, li ser rêya rêwiyan govend gerandin.
Dema ku xwendekaran govend digerand, polêsên trafîkê jî tevdîra ewlehiyê hilda.
Midûrê Dibistanê Abdussamey Tayfur got ku ew dixwazin piştgiriyê bidin hişmendiya ku di trafîkê da divê meriv pêşiyê rê bide rêwiyan.
Midûrê Perwerdeya Neteweyî yê Navçeyê Umît Çetîn, Serokê Şaxa Egîtîm-Bîr-Senê Mehmet Şafak Kavak û kesên pê ra di bernameyê da li şofêran broşurên ser mijarê bela kirin.