Çand û huner

Şanliurfaya ku ji hêla turîzma gastronomiyê va pêşva çûye bi kebabên xwe va bi nav û deng e

Rauf Maltaş  | 18.08.2022 - Rojanekırın : 22.08.2022
Şanliurfaya ku ji hêla turîzma gastronomiyê va pêşva çûye bi kebabên xwe va bi nav û deng e

Şanlıurfa

 Şanliurfa piştî kebaba kezebê, xaşxaş, pîvaz, sîtil û balîcanê reş niha jî dixwaze ji bo kebaba sêniyê tescîlê hilde û ji hêla turîzma gastonomiyê va zêdetir pêşva here.

Bajarê ku ji gelek şaristaniyan ra mazuvanî kiriye xwarinên xwe jî di Saziya Marqe û Patentê ya Tirkan da dide tescîlkirin.

Li bajarê ku bi xwarinên xwe va pêşva çûye heta niha 38 cure xwarin hatine tescîlkirin û 13 cure xwarin jî benda tescîlkirinê ne.

Piştî kebaba kezebê, xaşxaş, pîvaz, stîl û balîcanê reş niha jî dixwaze ji bo kebaba siniyê tescîlê hilde.

Ziyaretvanên tên bajêr herî zêde kebaba kezebê dixwin, gelê bajêr jî kebaba siniyê ya ku bi xwe amade dikin û dişînin firûnan dixwin.

- "Efendiyê Kebaban: Kezeb"

Serokê Komeleya Turîzma Gastronomiyê ya Şanliurfayê Abdurrahman Acar ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand gastronomî ji hêla turîzmê va gelekî girîng e, xwarinên baş tên çêkirin bajêr pêşva dibe.

Acar got kebabên Şanliurfayê navdar in û wiha axivî: "6 kebabên me yên hatine tescîlkirin her yek jî ji hêla tahmê va ji hev xweştir in. Lê kebaba kezebê ya herî girîng e. Em kebaba kezebê rojê 3 caran dixwin. Mêvanên me herî zêde kebaba cîgerê dixwazin. Em kekebaba sêniyê ya ku nû hatiye tescîlkirin jî heftê 2-3 caran li mal û dikanên xwe didin çêkirin û dixwin. Em dikarin bibêjin ku mal û dikaneke sêniya wan tunebe, tuneye."

Acar got ku li bajêr herkes ji bilî karê xwe dikare kebabê jî xweş çêke.

- Tehma her kebabê cihê ye

Şef Osman Yuksekyayla jî destnîşan kir ku li bajêr gelek kes bi saya kebabê nanê xwe qezenc dikin û wiha domand: "Li Şanliurfayê zêdetir kebaba cîgerê tê xwarin. Cîgerê dikin nava nan û didin mirov û ew jî divê cîgera berxê nêr be."

Celal Togayê kebabê çêdike jî got ku kebab bi îsot û balîcanên pê ra tên pêjandin xweş e û xweşiya kebaba sêniyê jî ew e ku hêdî hêdî bipije.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.