Çand û huner

Rawestgeha nû ya şirketên tûrê "warê periyên sor" e

Li Erziromê Kevirê Cinan ên di nav gel da wek "warê periyên sor" tê binavkirin, ji aliyê şirketên tûran ên ku berê xwe didin Behra Reş va pir tên ziyaretkirin

İbrahim Atmaca  | 11.07.2019 - Rojanekırın : 17.07.2019
Rawestgeha nû ya şirketên tûrê "warê periyên sor" e

Erzurum

Li Erziromê Kevirê Cinan ên Narmanê ji aliyê Komîsyona Neteweyî ya Tirkiyeyê ya UNESCOyê va di sala 2012an da li Lîsteya Berwext a Mîrata Dinyayê hat zêdekirin. Şirketên tûran ên ku berê xwe didin Behra Reş heta neçin van Kevirên Cinan nebînin, venagerin.

Kevirê Cinan di nav gel da wek "warê periyên sor" tê binavkirin û ji aliyê çêbûnê va li dinyayê tenê dişibin Kanyona Grandê ya li Geliyê Koleradoya Amerîkayê.

Kevirê Cinan ên Narmanê 300 milyon sal berê çêbûne û ji aliyê taybetiyên xwe yên jeolojîk û dîtbariya xwe va tesîrê li ser ziyaretvanan dike.

Şirketên ku turîstan dibin tetîlê û tînin, Kevirê Cinan ên Narmanê teqez dixin nav bernameya gerê. Piştî ku ev der li bernameya gerê hat zêdekirin, turîstên xwecî û biyanî eleqeyeke mezin nîşanî van keviran didin.

Walîtiya Erziromê, Şaredariya Bajarê Mezin û ya Narmanê seba turîzma bajêr wê li geliyê ku kevirê cinan lê ne, 4-5 tesîsên mayînê, parkûrên duçerxe, hesp, safarî û trekkîngê çêke.

- "Kapadokyaya Rojhilatê"

Rêvebirê şirketa tûrê Harun Modoglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku meriv ji du aliyan va dikare têkeve geliyê ku Kevirên Cinan ên Narmanê lê ne.

Modoglu diyar kir ku Kevirên Cinan ên Narmanê wek "Kapadokyaya rojhilatê" tê zanîn û ji aliyê dîtbariyê va wek Kapadokyayê ye û wiha dewam kir, "KevirênCinan ên Narmanê di 2010an da hat parastin û seba turîzmê vebû. Piştî ku seba turîzmê vebû meriv hatinê û lê geriyan. Em jî mirovan tînin û li van deran digerînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.