Çand û huner

Pêşengeha ewil a Istanbul Photo Awards 2020î li Enqereyê hat vekirin

Pêşengeha wêneyên di pêşbaziya navneteweyî ya "Istanbul Photo Awards 2020" a ku Ajansa Anadoluyê li dar xistibû da xelat qezenc kiribûn li Navenda Danûstandinê ya ATGê wê heta 22yê Mijdarê bikaribin bên dîtin.

Abdullah Tel  | 23.10.2020 - Rojanekırın : 27.10.2020
Pêşengeha ewil a Istanbul Photo Awards 2020î li Enqereyê hat vekirin

Ankara

 Pêşbaziya navneteweyî ya "Istanbul Photo Awards 2020" ji alî Ajansa Anadoluyê (AA) û bi sponsoriya Rêhewayên Tirk (THY) va hatibû lidarxistin, wêneyên di pêşbaziya navneteweyî da xelat hildabûn jî di pêşangeha li Navenda Danûstandinê ya ATGê hat vekirin da wê heta 22yê Mijdarê ji bo şêniyên Enqereyê vekirî be.

Pêşengeh wê li Gara Trena Bilez a Zêde ya ku wek projeya "baregeha gihandinê ya ewil a Tirkiyeyê" hatibû avakirin dê vekirî be.

Pêşengeha ewil a Istanbul Photo Awards 2020î li Enqereyê hat vekirin

Pêşengeha wêneyên di pêşbaziya navneteweyî ya "Istanbul Photo Awards 2020" a ku Ajansa Anadoluyê li dar xistibû da xelat qezenc kiribûn li Navenda Danûstandinê ya ATGê wê heta 22yê Mijdarê bikaribin bên dîtin. ( Özge Elif Kızıl - Anadolu Agency )

Di encama pêşbaziya "Istanbul Photo Awards 2020"î da di kategoriya "Nûçeyê ya Yekane" da Yik Fei Lam bi wêneyê xwe yê bi sernavê "Protestoyên li Hong Kongê" va xelata yekemîntiyê hilda.

Di qada nûçe û sporê da wek tekane û rêze çar beş hatibûn kifşkirin û wêneyên herî baş ên salê yên di sê rêzên ewil da cih girtibûn, hatibûn diyar kirin. Ji bo pêşbaziyê ji 100 welatî nêzî 10 hezar wêne hatibûn.

Di pêşbaziya da ji Filistînê bigre heta Endonezyayê şer, pevçûn, protesto, felaketên siruştî, xebatên sporê û çîrokên mirovan jî di nav da bo xebatan 12 xelat hatin dayîn.

Agahdariyên der barê pêşbaziya 2021ê da jî ku her sal ji çar aliyê dinyayê wênekêşên naskirî serî lê didin di rojên pêş da wê bên diyarkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.