Çand û huner

Parka Neteweyî ya Geliyê Botanê wê bi kêrî turîzma Sêrtê bê

Waliyê Sêrtê Alî Fuat Atîk: "Bi biryarnameya Serokomariyê qada di navbera Aydinlar û Eruha navçeyên Sêrtê da wekî "Parka Neteweyî ya Geliyê Botanê" hat eşkerekirin. Bila ji bo bajêr û welatê me ser xêre be."

Fatih Gazioğlu  | 16.08.2019 - Rojanekırın : 20.08.2019
Parka Neteweyî ya Geliyê Botanê wê bi kêrî turîzma Sêrtê bê

Siirt

Waliyê Sêrtê Alî Fuat Atîk li ser îlankirina parka neteweyî ya Geliyê Botanê wiha got: "Em bawer in ku ev biryar wê ji bo turîzma Sêrtê gelekî baş be."

Walî Atîk û Parlamenterê Sêrtê yê AK Partiyê Osman Oren "Parka Neteweyî ya Geliyê Botanê" ziyaret kirin.

Walî Atîk li vir daxuyaniyek da û wiha got: "Bi biryarnameya Serokomariyê qada di navbera Aydinlar û Eruha navçeyên Sêrtê da wekî "Parka Neteweyî ya Geliyê Botanê" hat eşkerekirin. Serokomarê me Recep Tayyîp Erdogan îmze kir. Bila ji bo bajêr û welatê me ser xêre be. Em bawer in ku ev biryar wê ji bo turîzma Sêrtê gelekî baş be."

Atîk got ku kesên ji bo dîtina parkê dixwazin werin herêmê wê Sêrtê jî ziyaret bikin.

- Sînorên parka neteweyî heta 29 kîlometre fireh e

Parlamenterê Sêrtê yê AK Partiyê Osman Oren bi saya Parka Neteweyî ya Geliyê Botanê ji vir şûn da gelek turîst wê herêmê ziyaret bikin û wiha axivî:"Parka Neteweyî ya Geliyê Botanê di navbera navçeya Tillo û Eruhê da ye. Sînorên parka neteweyî heta 29 kîlometreyî diçin. Ji ber vê biryarê ez gelekî şa bûm. Di parkê da cure cure kanyon û geliyên kûr hene. Ev der ji bo nifşên me yên nû mîrateke girîng e." 








Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın