Çand û huner

Nimûneya "têkiliya ocax-malbatê" ya bi hezaran salî: Ocaxên pîroz

Sidar Can Eren  | 09.09.2021 - Rojanekırın : 16.09.2021
Nimûneya "têkiliya ocax-malbatê" ya bi hezaran salî: Ocaxên pîroz

Tunceli

 Li Tunceliyê du "ocaxên pîroz" ên di vekolanan da hatin dîtin û ji dawiya Heyama Kalkolotîk û serê Heyama Tuncê mane li muzeya bajêr li benda ziyaretvanan e.

Di salên 1968 û 1974an da li Hoyuga Pulur Sakyolê ya Çemîşgezekê di kolanên Bendava Kebanê da berhem hatin xilaskirin. Berhemên hatin xilaskirin jî li Muzeya Elezîzê dihatin nîşandan. Par berhem bi merasima fermî barî Muzeya Tunceliyê kirin.

Muzeya ji bo turîzmê girîng ji 4 blokên li ser 5 hezar û 800 mêtroqere erdî pêk tê. Xêncî qadên nivîskî û dîtbarî li muzeyê beşên "Elewîtî", "arkeolojî", "pirtûkxane" û "etnografyayê" jî hene. Muze ziyaretvanan derdixe rêwîtiya dîrokê.

Li muzeyê ji şimayê peykerên rîtuelên baweriyên herêmê jî hatine çêkirin û tên nîşandan. Xêncî van li muzeyê hacetên kevirîn, dîzikên berê û hin berhemên ji hin madenan hatine çêkirin jî hene.

Dîsa li muzeyê, sîke, pereyên hesin, merzelên kevirîn jî cî digrin, kêm û zêde çanda baweriyê ya 5 hezar salî ya herêmê û 2 ocaxên giringiya têgeha malbatê nîşan didin jî ji ziyaretvanan eleqeyê dibînin.

- Têkiliya ocax-malbatê ya dîrokî nîşan dide

Ocax di dema vekolanan da ji perestgehê hatin derxistin û li ser ocaxan resma malbata ji dê, bav û zarokan pêk tê haiye xêzkirin ji er vê jî ocaxa "pîroz" tê binavkirin. Dîsa ocax nîşan didin ku di dîrokê da malbat neguheriye û têkiliya wê xirab nebûye û hetanî roja me hatiye.

Kenan Oncel daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Muzeya Tunceliyê ji muzeyên teze yên Tirkiyeyê yek e.

Oncel got îsal cara ewil muze ji turîzmê ra hat vekirin û wiha pê da çû: "Li Tunceliyê ji ber ku muze tunebû hemû berhemên ji vê derê derketibûn birin Muzeya Elazigê. Hemû berhemên ku di dema çêkirina Bendava Kebanê da ji Girê Pulur Sakyolê derketibûn jî biribûn Muzeya Elazigê û li wê derê tên pêşkeşkirin. Bi vekirina Muzeya Tunceliyê va hemû berhemên şandibûn Elazigê jî bi telîmata Wezareta Çand û Turîzmê va peşve anîn."

Oncel destnîşan kir ku digel şewba Kovîd-19ê eleqeya ziyaretvanan a li hemberî muzeyê zêdeye û wiha domand: "Rojê 200-300 ziyaretvan tên. Heta niha bi qasî 10 hezar ziyaretvan hatin. Ev hejmar dema ku tesîra şewbê kêm bibe wê zêdetir bibe."

- "Ocaxên hatine dîtin 5 hezar salî ne"

Oncel destnîşan kir ku ocaxên li muzeyê tê nimayişkirin ji dawiya Heyama Kalkolîtîkê ber serê Heyama Tuncê ne û wiha domand: "Ev ocax nêzî 5 hezar salî ne. Berhemên me ji bo ocaxên niha li Anadoluyê tên bikaranîn û qala wan kirinê wek berhema berbiçav girînge. Ziyaretvanên me gelek eleqeyê nîşanî vê derê didin. Ev wek ocaxên berê ku hatine bikaranîn nînin li ser wan neqiş hatine çêkirin û wek deverên olî hatine emilandin."

Arkeolog Ozgur Şahîn jî got ku ocaxên hatine dîtin ji bo civakên bi cî bûyî û der barê baweriyên wan da agahiyên berbiçav pêşkeş dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın