Çand û huner

Neqş û nivîsên li ser kêlikên heyama Selçûqiyan bi paqijkirina kevz û qramê va derdikevin meydanê

Li Xelata navçeya Bitlîsê kêlikên li "Goristana Meydanê ya Selçûqiyan" ji kevz û qramê tên paqijkirin nivîs û neqşên li ser wan jî derdikevin meydanê

Abdullah Tel  | 12.11.2020 - Rojanekırın : 14.11.2020
Neqş û nivîsên li ser kêlikên heyama Selçûqiyan bi paqijkirina kevz û qramê va derdikevin meydanê

Bitlis

Goristana Meydanê ya Selçûqiyan a ku li Xelata navçeya Bidlîsê ye û di Lîsteya Berwext a Mîrata Çanda Dinyayê ya UNESCOyê da cî digire bi neqş û nivîsên li ser kêlikan va agahiyên dîrokî radixe pêş çavan.

Goristana li taxa Îkîkubbeyê ku li ser qadeke 210 hezar metre qereyî hatiye avakirin li rûyê dinyê goristan Îslamî ya herî mezin tê hesibandin û hersal ji hundir û derveyê welêt gelek tûrîstan diezimîne.

Li goristanê bi qasî 8 hezar û 200 gor hene û li qadê bi salane ku xebatên arkeolojîk dewam dikin û kêlikên hatine paqijkirin û li benda ziyaretvanan e gelek agahiyan li ser xwe dihewînin.

Ji neqşan bigir heta nivîsên erebî, ayet û navên Xwedê û gelek motîf li ser kêlikan hene.

Xebatên derxistin û paqijkirinê yên li goristanê bi serokatiya Prof. Dr. Recaî Karahanê hîndekarê Beşa Dîroka Hunerê ya Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê va tên kirin û gelek hîndekar di van xebatên paqijkirina kêlikan da hewl didin. Nivîsên li ser kêlikên ku ji kevz û qramê tên paqijkirin tên derxistin û ew bi zimanê Tirkî, Îngilîzî û Erebî va ji nû va tên nivîsîn û wek agahî li keviya kêlikan ji nû va bo ziyaretvanan tên bicihkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.