Çand û huner

Li Wanê 50 hezar jin wê li mekanên dîrokî bigerin

Emre Ilıkan  | 27.06.2022 - Rojanekırın : 05.07.2022
Li Wanê 50 hezar jin wê li mekanên dîrokî bigerin

Van

 Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê wê 50 hezar jinî bibe mekanên dîrokî.

Şaredariyê projeya xwe ya bi navê "Em 50 Hezar Jinên Xwe û Xweşikiyên Siruştî û Dîrokî Tînin Li Gel Hev" da nasandin.

Civîna Şaredariyê li tesîsên şaredariyê ya li navçeya Edremîtê çêbû.

Walî û Cigirserokê Şaredar Ozan Balci got Wan ji hêla siruşt, dîrok û çandê va bajarekî dewlemend e, bi taybetî divê havînê bê dîtin û wiha axivî: "Li der û dora Wanê cihên pir xweş hene. Em projeyeke nû didin destpêkirin. Emê 50 hezar jinî li siruşt û cihên dîrokî yên bajarê xwe bigerînin. Înşallah wê pir baş û bibereket be."

Ji bo gava ewil a projeyê 360 jin bi rê ketin ku herin Sûlava Muradiyeyê, Girava Axtamarê, Sûlava Kanîspiyê ya Çaxatê û Bazîda navçeya Agiriyê bibînin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın