Li Şirnexê kevneşopiya birina bûkê ya bi hespê tê parastin

Li Uludereya navçeya Şirnexê di daweta bûk û zavayekî da bûk bi hespê hat birin û ev kevneşopî hat parastin.

Li navçeyê birina bûkê ya li ser hespê kevneşopiyeke bi hezaran salan e ku carinan hin bûk û zava jî vê yekê di dawetên xwe da dişopînin.

Li bajaroka Şenobayê Diljîn Kara (21) û Rizgar Benek (23) jî di daweta xwe da çav dan vê kevneşopiyê û bûk li hespê siwar bû.

Gelê herêmê şeva heneyê cil û bergên herêmî li xwe kirin, stranên Kurdî gotin û bi simaqê va hene sitêran.

Şeva heneyê meşale hatin vêxistin, govend hatin girtin û destên bûk û zava hat henekirin.

Ji bo ku ev çanda bi hezaran salan e bê parastin û bûk ji mala bavê bi hespê bê hildan, hespek hat xemilandin.

Zava li hespê siwar bû, eqreba û mêvanên ku hatine dawetê jî bi stranan li cem wî meşiyan û çûn mala bûkê.

Bûk ji mala bavê bi hespê hat hildan û ew hespê siwar bû.

Ji bo ku bereket û hezkirin di malê da zêde bibe kûzekî pere û şekir tije bû li ber derî hat şikandin.

Paşê bi muzîkê govend hat girtin û ew zewicîn.

- "Me çanda xwe ya bi hezaran salan zindî hîşt"

Eqrebayê zava Îshak Unat ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand berê wesayît tunebûn, bûk bi hespan dihatin birin û wiha axivî: "Me jî bûka xwe li hespê siwar kir û bi stranan anî mala zava. Me çanda xwe ya bi hezaran salan zindî hîşt."

Karmendê teqawîd Seyda Goyan ê ku li herêmê der barê çand û edetan da xebatan dike jî got li Şirnex û Hekariyê di dewatan da kevneşopiyên berê tên parastin.

Goyan got berê ji ber ku wesayît tunebûn bûk bi 30-40 hespan dihat birin, lê îro bi tenê bûk li hespekî tê siwarkirin û ev çand tê parastin ku bigîhêje nifşên tên.