Li Şirnexê "4emîn Sempozyuma Melayê Cizîrî ya Navneteweyî" berdewam e
Şırnak
Li Şirnexê "4emîn Sempozyuma Melayê Cizîrî ya Navneteweyî" ku bi hevkariya Walîtî, Zanîngeha Şirnexê û Qaymeqamtiya Cizîrê li otêlekê tê lidarxistin, 2 roja duyemîn da berdewam e.
Alîkarê Wezîrê Navxweyî Munîr Karaloglu bi Kurdî û Tirkî pêşwazî Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî kir û got, "Hûn Bixêr hatin".
Karaloglu di axaftina xwe da destnîşan kir ku mijargirtina têgihiştina rewişta Melayê Cizîrî gelekî bi qîmet e û ji berhemên Cizîrî hinek nimûne dan.
Karaloglu anî ziman ku ji Mewlana heta Melayê Cizîrî, ji Yunus Emre heta Feqiyê Teyran, ji Hecî Bektaşê Welî heta Xalidê Bexdadî hemû aqilmend di berhemên xwe da behsa dilovanî, hezkirin, biratî û yekîtiyê dikin.
Karaloglu, ku derbarê berhemên ku ji hêla Wezareta Çand û Geştiyarê va bi zimanê Kurdî hatine weşandin da jî agahî da, axaftina xwe bi gotina "Armanca me ew bû ku zimanê Kurdî zindî bihêlin û pêş bixin, û berhemên klasîk ên Kurdî bi ciwanên xwe û hemî xwendevanên xwe bidin nasîn" bi dawî kir.
Alîkarê Wezîrê Navxweyî Karaloglu got, "Di bin serokatiya Serokomarê me Recep Tayyip Erdogan da, em li ber destpêkek nû ya pêvajoya Tirkiyeya Bêteror in. Em salên ku di bin siya terorê da mane li dû xwe dihêlin û bi xurtkirina biratî, yekîtî û hevgirtina xwe, dixwazin îdeala Tirkiyeya mezin û bihêz, bikin rastî."
Waliyê Şirnexê Birol Ekici jî got ku wan di sempozyumê da li ser têgihîştina rewiştê ya Melayê Cizirî nîqaş kirine û bi kûrahî lêkolîn kirine.
Serokê PDKê Mesûd Barzanî jî bi mînakên ji berhemên Melayê Cizirî pêvajoya Tirkiyeya Bêteror nirxand.
Barzanî got, "Ez dixwazim behsa pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê jî bikim, ku guhertinên giring li herêmê bi xwe ra aniye. Ji ber destpêkirina pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê em pir kêfxweş in. Vê carê, em dibînin ku pêvajo bi awayekî pir plansazkirî dest pê kiriye. Gel, parlamento û hemû partî li pişt dewletê ne. Ez pêwîst dibînim ku spasiya Serokomar Recep Tayyip Erdogan, dewleta Tirkiyeyê, parlamento û gelê Tirkiyeyê bikim ji bo vekirina deriyê aştiyê. Ev vebijarka herî guncaw e. Ez dixwazim li vir vê yekê bibêjim: Em bi hemû hêza xwe piştgiriyê didin pêvajoya aştiyê. Em amade ne ku her tiştê ku ji me tê xwestin û çi ji destê me tê piştgirî bikin. Bi îzna Xwedê, pêvajo dê encamên çêtirîn bide û ji bo me hemûyan bibe sedema tiştên baş."
Sempozyuma ku duh dest pê kir, dê piştî rûniştinên îro bi dawî bibe.
Di sempozyumê da Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, Parlamenterên DEM Partiyê yên Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez û Newroz Uysal Aslan, Rektorê Zanîngeha Şirnexê Prof. Dr. Abdurrahim Alkiş, Endamên Buroya Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Sîdad Barzanî û Serbest Lezgîn, Fermandarê Hêzên Taybet a Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurd a Iraqê (HKY) Tumgeneral Mensûr Barzanî, Waliyê Hewlêrê Umîd Hoşnav, Waliyê Duhokê Elî Tatar, Waliyê Zaxoyê Guhdar Şeyho, rûspî, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û welatî beşdar bûn.
