Çand û huner

Li Mêrdînê Şanoya Amfî ya Baxçeyê Milet a Kamorê ji bo xizmetê vebû

Li Mêrdînê Şanoya Amfî ya Baxçeyê Milet a Kamorê ya li navçeya Artukluyê hat çêkirin, ji bo xizmetê vebû

İbrahim Atmaca  | 08.06.2019 - Rojanekırın : 09.06.2019
Li Mêrdînê Şanoya Amfî ya Baxçeyê Milet a Kamorê ji bo xizmetê vebû

Mardin

Li Mêrdînê Şanoya Amfî ya Baxçeyê Milet a Kamorê ya li navçeya Artukluyê hat çêkirin, ji bo xizmetê vebû.

Dema ku Wezareta Karên Navxweyî cîgirê şaredar li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê wezîfedar kiribû, şaredariyê li ser 65 hezar qeremêtreyî Baxçeyê Milet ê Kamorê çêkir û tê da Şanoya Amfiyê ya ku 2 hezar û 500 kesan hildide jî ava kir. Şano bi bernameyê va ji xizmetê ra hat vekirin.

Di bernameyê da stranbêj Yusuf Guney konser da. Guney di konserê da digel stranên xwe yên ku tên ecibandin, bi Kurdî û Erebî jî stran gotin.

Guney daxuyanî da rojnamegeran û got ku ew pir ji Mêrdînê hez dike û kêfxweş e ku cara sêyemîn e tê vê derê û wiha dewam kir, "Komplekseke xweş hatiye çêkirin. Ez pê pir serbilind bûm. Kompleksên bi vî rengî li Mêrdînê tên û em hêvî dikin ku li her derê herêmê bên çêkirin."

Walî Mustafa Yaman, Şaredarê Artukluyê Abdulkadîr Tutaş û gelek welatiyan konser temaşe kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın