Di çarçoveya Mihrîcana Rêya Çandê ya Meletiyê ya ku ji hêla Wezareta Çand û Turîzmê va tê lidarxistin da bo zarokan çalakiya fîlmên zarokan hat lidarxistin.
Mihrîcana Fîlmên Zarokan a ku ji hêla Weqfa Çandê ya Audiovisuelê û Sînemayê ya Tirkiyeyê (TURSAK) va hat lidarxistin dê bi piştgiriya Midûriya Giştî ya Sînemayê ya Wezareta Çand û Turîzmê va dê heta 8ê cotmehê li Sînemaya Yeşîlê ya Malatya Park AVMê dewam bike.
Nayme Taylan Sarula Alîkara Midûrê Giştî yê Weqfa TURSAKê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku li Sînemaya Yeşîkê rojê 3 caran dê bêpere fîlm bên nîşandan.
Sarulê diyar kir ku li qadên hevpar ên Malatya Park AVMyê ji bo zarokan xebatên atolyeyê kirin û wiha axivî: "Gelek çaliyên me yên wekî atolyeya Nivîskariya Afîrîner, Atolyeyên Nefesê, Atolyeya Xwendina Fîlman û qadên wekî lîstikvaniyê di gelek mijarên ku dê di warê sînemayê da piştgiriyê bide pêşketina zarokan hene. Hemû çalakiyên me bêpere ne. Îro roja ewil a mihrîcana me ye û eleqe gelekî zêde ye. Li hêwanê cihê vala nema. Em ji ber vê eleqeyê gelekî kêfxweş in."
Sarulê diyar kir ku çalakî dê 5 rojan dewam bike û armanca wan ew e ku rojane bigihêjin 500 zarokî û got ku "Ev jî teqabûlî 2 hezar û 500 zarokî dike. Bi ya min ji bo Meletiyê reqamekî gelekî serkeftî ye."