Yasin Dikme
11 Îlon 2023•Rojanekirin: 14 Îlon 2023
Li Keleha Şanliurfayê ya li jora Balikligolê ye û bi dîroka xwe balê dikşîne xebatên kolandinê dewam dikin.
Li gor daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin, bi serkêşiya Wezareta Çand û Turîzmê û hevkariya Walîtî û Şaredariyê li keleha dîrokî xebatên kolandinê yên heyama 4emîn tên kirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin Seroka Xebatên Kolandinê ya Keleha Urfayê û Hîndekara Fakulteya Fen-Edebiyatê ya Zanîngeha Batmanê Prof. Dr. Gulrîz Kozbeyê anî ziman ku li çar qadan xebatên kolandinê dewam dikin.
Kozbeyê wiha got: "Li Keleha Şanliurfayê şopa gelek şaristaniyan dikare bê dîtin. Di nav van da ya sereke serdestiya Romayê ye. Dema Roma bû du par herêm di bin desthilatiya Romaya Rojhilat da maye. Paşê Mîrektiyên Ereban hene. Ebasî, Eyubî, Mêrwanî, Zengî hene. Gelek çand li kelehê tên dîtin. Armanca me jî ew e ku em daneyên arkeolojiyê bi bermayiyên biçûk va, dîzik, sikke, çek û alavan va derxin holê."