Çand û huner

Li Erziroma ku Urartuyiyan wekî "welatê ser rê û dirban" pênase kiriye 165 keleh hatin tesbîtkirin

Selami Küçükoğlu  | 21.06.2022 - Rojanekırın : 23.06.2022
Li Erziroma ku Urartuyiyan wekî "welatê ser rê û dirban" pênase kiriye 165 keleh hatin tesbîtkirin

Erzurum

 Li Erziroma ku li ser Rêya Hevrîşim a Dîrokî ye û Urartuyiyan jê ra gotiye "welatê ser rê û dirban", bi lêkolîna akademîsyenan 165 kelehên dîrokî hatin tesbîtkirin.

Ji Zanîngeha Ataturk grubek endamên hîndekariyê û akademîsyenan 24 sal berê li ser kelehên Erziromê lêkolîn da destpêkirin.

Di lêkolîna ku hê dewam dike da Keleha Erziromê di serî da gelek keleh hatin tesbîtkirin. Ji van kelehan hinek heta roja îro li ser lingan mane, hinek hatine restorekirin, hinek jî xirabeyên wan hatine dîtin. Ev keleh ne tenê ji bo Anadoluyê, ji bo Qafqasan, Îranê û Asyaya Navîn jî girîng in.

Li gor tesbîtê piraniya kelehan ji ber fikara bidestxistina hevsengiya hêza ku li herêmê hatiye bidestxistin, ji bo hakimtî û parastina çavkaniyên avê hatine çêkirin.

Lêkolîn bi serokatiya Rektorê Zanîngeha Manasê Prof. Dr. Alpaslan Ceylan tê kirin û lêkolîn bi navê "Kelehên Dewra Berê yên Erziromê" wekî pirtûk hat çapkirin.

Ji Zanîngeha Ataturk Endamê Hîndekariyê yê Beşa Dîrokê û Dîroknasê Dewra Berê Doç. Dr. Yavuz Gunaşdiyê ku beşdarî lêkolînê bû, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku lêkolînê di 1998an da dest pê kir û hê dewam dike, dibe ku jimara kelehên bajêr heta 300î jî derkeve.

Gunaşdi daxuyand, dema ku lêkolînan dest pê kir, 140 keleh hatin tesbîtkirin û paşê ev jimar heta 165an derket û wiha dewam kir:

"Urartuyan girîngiyeke mezin daye Erziromê. Çavkaniya çemên Erez, Ferat û Çoruhê li Erziromê ye. Ev her sê çem ji bo Erzirom û cihên ku tê ra derbas dibin, şên kirine û gelî û rêyên siruştî li van deran çêbûne. Li ser van rêyên siruştî keleh hatine çêkirin. Bi taybetî Urartuyan girîngiyeke mezin dane vê derê. Meriv di nivîstekên Urartuyiyan da rastî vê yekê tê. Urartuyiyan Erzirom wekî 'welatê bilind' an jî 'welatê ser rê û dirban' pênase kiriye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın