Çand û huner

Li Çayonuya Diyarbekirê ku dîroka şaristaniya dinyayê ronî dike, vedanên arkeolojîk dewam dikin

Bestami Bodruk  | 17.09.2021 - Rojanekırın : 18.09.2021
Li Çayonuya Diyarbekirê ku dîroka şaristaniya dinyayê ronî dike, vedanên arkeolojîk dewam dikin

Diyarbakir

 Li Erxeniya navçeya Diyarbekirê li gire Çayonuyê vedanên arkeolojîk dewam dikin. Li gire Çayonuyê şopên dewra neolîtîkê yên wekî ji koçberiyê derbasbûna niştewariyê, ji nêçîrvanî û berhevkariyê derbasbûna hilberînê hene.

Girê Çayonuyê di nav cihên ku çandinî cara ewil lê hatiye kirin da ye. Di sala 1964an da kolandina gir dest pê kir, lê ji ber ewlehiyê di sala 1991ê da navber dan xebatên kolandinê. Li herêmê 4 sal bere cardin xebatên kolandinê dest pê kir û vedanên arkeolojîk bi serokatiya Prof. Dr. Asli Erîm Ozdoganê tên kirin.

Walî Munîr Karaloglu, Parlamenterên Diyarbekirê yên AK Partiyê Oya Eronat, Mehmet Mehdî Eker û Ebubekir Bal li qada kolanê geriyan û der barê xebat û destkeftiyan da ji Ozdoganê agahî standin.

Karaloglu piştî tedqîqê daxuyanî da mensûbên çapemeniyê û diyar kir, girê Çayonuyê herêmeke wisa ye ku mirovahiyê li ser rûyê dinyayê tiştên ewil ceribandine.

Karaloglu diyar kir, mirovahî li Çayonuyê ji jiyana koçber derbasî jiyana niştewar û çandiniyê bûye û ev der di dîroka madenkariyê da cihekî girîng e û wiha dewam kir, “Paxir cara ewil li vê derê hatiye xebitandin û miemele li ser hatiye kirin. Belkî jî karên post û cerm cara ewil li Çayonuyê kirin. Bi taybetî ji bo derbasbûna jiyana niştewar ev der cihekî pir girîng e.”

Karaloglu destnîşan kir ku xîmê teknolojiya înşaetê jî li vê herêmê hatiye avêtin û wiha dewam kir:

“Mamosteya me îsal mizgîniyeke nû da. Got ku ‘Me gordeke wekî sindoqan vekir.’ Û me Çayonu 3 hezar salên din nêzî roja me kir. Em jî kelecanî bûn, hatin û me dît.”

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın