Çand û huner

Li Bajarê Antîk ê Tharsayê yê li Adiyemanê xebatên kolan û paqijkirinê dest pê kirin

Orhan Pehlül  | 16.05.2022 - Rojanekırın : 19.05.2022
Li Bajarê Antîk ê Tharsayê yê li Adiyemanê xebatên kolan û paqijkirinê dest pê kirin

Adıyaman

ADIYAMAN (AA) - Li Adiyemanê li Bajarê Antîk ê Tharsayê yê ji serdema Romayê yê ku tê da 60 merzelên teht hene, xebatên kolan û paqijkirinê dest pê kirin.

Midûrê Muzeyê Mehmet Alkan li nêzîkî gundê Kuyuluyê di dema dewamkirina xebatan da der heqê dîroka deverê da agahî dan rojnamegeran.

Alkan destnîşan kir, li Bajarê Antîk ê Tharsayê li qada ku merzelên teht lê ne xebatên kolan û paqijkirinê dest pê kirin û her wiha bangî ziyaretvanên ku tên bajêr jî kir ku bên dîtina bajarê antîk.

Alkan diyar kir, li bajarê antîk ê ji serdema Romayê 60 merzelên teht hene û wiha dewam kir, "Li vê qadê bi kolanên ku me di sala 2021ê da kirin va paqijiya qedera 20 odeyên merzelan hat kirin. Îsal jî em dixwazin paqijiya piraniya odeyên merzelan kuta bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.