Çand û huner

Li Adiyemanê festîvala "Hevdîtinên Gastronomiyê yên Nemrûdê yên Navneteweyî" hat kirin

İsmail Kaya  | 22.05.2022 - Rojanekırın : 31.05.2022
Li Adiyemanê festîvala "Hevdîtinên Gastronomiyê yên Nemrûdê yên Navneteweyî" hat kirin

Adıyaman

 Li Adiyemanê li pêşa Çiyayê Nemrûdê yê di Lîsteya Kelepora Cihanê ya UNESCOyê da festîvala "Hevdîtinên Gastronomiyê yên Nemrûdê yên Navneteweyî" hat kirin.

Festîvala ku ji hêla Qaymeqamtiya Kahtayê li gundê Karadutê li hewşa otêlekê hat lidarxistin, bi çalakiyên atolyeyê yên şefên ji welatên cuda yên wekî ji Libnanê Barbara Massaad, ji Îranê Parisa Kalantari, ji Îtalyayê Michelangelo de Lauretis û Massimiliano Catena û ji Tirkiyeyê Ahmet Guzelyagdoken û Sait Onder va dest pê kir.

Qaymeqam Selamî Korkutata qala çalakiyên ku di çarçoveya festîvalê da hatin kirin kir û got ku bi hezaran ziyaretvanên xwemalî û biyanî îro derketin Çiyayê Nemrûdê ku muzeya servekirî ya herî mezin e.

Korkutata diyar kir, li qada pêşwazîkirinê ya Pira Cendereyê ya 1800 salî pêşangeha "Commagene Table" a Elvan Ozkavruk û Jovita Sakalauskaite hat vekirin û hunermend Zarayê jî konsereke xweş da.

Korkutata bal kişand ku ew bi beşdariya bi deh hezaran kesî va pir kêfxweş bûn û her wisa festîval dê di roja duyemîn da jî bi çalakiyên rengîn bidome.

Parlamenterê AK Partiyê yê Adiyemanê Muhammed Fatih Toprak jî sipasiya wan şefan kir ku ji welatên cuda hatin, beşdarî festîvala "Hevdîtinên Gastronomiyê yên Nemrûdê yên Navneteweyî" bûn û hunerên xwe nîşan dan.

Parisa Kalantariyê diyar kir, ji ber nêzîkbûna çandan, metbexa Îranê û ya Tirkan pir nêzîkî hev e.

Barbara Massaadê jî qala mîrata çandî û dîrokî ya ji Osmaniyan ji wan ra maye kir û got ku tamên hevpar ên di warê gastronomiyê da hê jî didomin.


​​​​​​​ Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.