Çand û huner

Kosiyên mezin yên Girava Changuyê balê dikşînin

Kosiyên mezin yên ku li Girava Changuya Zanzîbara nîvxweser ya Tanzanyayê dijîn balê dikşînin

Fatih Gazioğlu  | 23.08.2019 - Rojanekırın : 25.08.2019
Kosiyên mezin yên Girava Changuyê balê dikşînin

Batman

Kosiyên Girava Changuya Zanzîbara nîvxweser ya Tanzanyayê bi meziniya xwe balê dikşînin.

Girava Changuyê ji Zanzîbarê qasî 6 kîlometre dûr e. Turîstên ku dixwazin kosiyan bibînin bi keştiyên biçûk diçine giravê. Li Girava Changuyê di navbera 100 û 200î da kosî hene. Turîst bi destên xwe xwarinê didine kosiyan.

Abîd Omer Abîdê xwendekarê zanîngehê got ku li Tirkiyeyê perwerdeyê dibîne. Abîd diyar kir ku piranî turîst ji bo dîtina kosiyên emrê wan gihiştiye 200 salî tên giravê.

Abîd diyar kir ku ji bilî dîtina kosiyan hin turîst jî xwe dikevine behrê jî.

Ji turîstan Samî Aydinlikê Tirk jî got ku ew ji Almanyayê hatiye giravê û wiha axivî: "Bi keştiyê em bi rewîtiyeke qasî 40 deqîqe dewam kir gihîştin giravê. Min cara ewil kosiyên 140 salî dîtin. Ev ji bo me bû xatireyeke girîng."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın