Kebaba cîgerê ya Diyarbekirê di nav kuçe û kolanên dîrokî yên bajêr da tê çêkirin
Kebaba cîgerê ya Diyarbekirê ku bi nav û deng e li ser dezgehên di nav kuçe û kolanên dîrokî yên bajêr da tên çêkirin
Diyarbakir
Li Sûra navçeya Diyarbekira dîrokî ku di qada xwarin û xurekê da jî bi nav û deng e kebaba cîgerê li ser dezgehên di nav kuçe û kolanên bajêr datînin da tên çêkirin.
Mêvanên tên Diyarbekirê herî zêde berê xwe didin Sûra navçeya dîrokî. Li navçeyê ber bi êvarê va kuçe û kolan bi dezgehên li serê kebaba cîgerê ya bi nav û deng a Diyarbekirê çêdikin, tijî dibin. Hosteyên kebabê ji êvarê heta serê sibehê kebaba cîgerê çêdikin û didin mişteriyan.
Ji ber ekl û tehma xwe kebaba cîgerê ya bajêr baka turîstên xwemalî û biyanî yên ku tên bajêr dikişîne û bi piranî kes heta vê kebabê nexwin ji bajêr naçin.
Îhsan Onalanê li navçeya Sûrê dezgehê xwe daniye û kebaba cîgerê çêdike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ev kebab di her wexta rojê da tê xwarin.
Onalan got ku ew bi salan e vî karî dike û wiha domand: "25 sal e ku em li vê kuçeyê kebaba cîgerê difiroşin. Em ber bi êvarê di saet 16.00an da dezgehê xwe datînin û heta serê sibehê 05.30yî jî li ser karê xwe ne."
Mehmet Yeltaşê hosteyê kebaba cîgerê jî destnîşan kir ku şêniyên Diyarbekirê bi şev û bi roj cîgerê dixwin û ji wan ra wext ferq nake.
Burhan Arslanturkê ji Stenbolê hatiye gerê jî got ku ew ji bo kebaba cîgerê bixwe hat navçeya Sûrê û gihîşt mirazê xwe.