Li Gobeklîtepeya (Girê Mirazan) Şanliurfayê ku bi dîroka xwe ya 12 hezar salan va weke "xala sifirê ya dîrokê" tê wesifkirin û di Lîsteya Mîrateya Dinyayê ya UNESCOyê da cih digire, bi sezona payîzê ra jimara ziyaretvanan derket nîvendî 5 hezarî.
Di navbera rêbenda û îlona îsal da 517 hezar û 316 kes li vê derê geriyan, bi tevahî jimara ziyaretvanan di 6 sal û 9 mehan da derket 3 milyon û 776 hezar û 828an.
Li herêmê di mehên payîzê da çûyîn û hatina turîstan zêde dibe û rojê nîvendî 5 hezar turîst digere.
- "Di hemû tûran da bernameya Girê Mirazan heye"
Midûrê Çand û Turîzmê yê Bajarê Şanliurfayê Aydin Aslan ji nûçegihanê AAyê ra got ku li dinyayê her ku diçe Girê Mirazan bi nav û deng dibe.
Turîstê Polonyayî Victor Ches diyar kir ku ew û jina xwe li dinyayê digerin û wan Girê Mirazan jî ziyaret kir.
Ches diyar kir ku ew bi dîrokê ra zêde eleqedar in û wiha dewam kir, "Vê derê em gelekî kelecanî kirin. Cihekî pir kevnare ye û em meraq dikin bê ka merivên wê dewrê ev der çawa çêkiriye."
Samîra Ceylana ku li Almanyayê dijî jî diyar kir, demeke dirêj e ku wan dixwest Girê Mirazan bibînin û di dawiya dawiyê da ev daxwaza wan pêk hat û wiha dewam kir, "Ev der bi rastî jî pir xweş e û merivan kelecanî dike. Em pê kêfxweş bûn ku vedan jî hê dewam dike."