Çand û huner

Ji Iraqê der barê eskerên Amerîkayê yên ji Sûriyeyê hatin da daxuyanî

Şaxa Medyayê ya Ewlehiya Iraqê: "Ji bo ku ev hêzên ji Sûriyeyê hatine (eskerên Amerîkayê) li Iraqê bimînin, tu pesendkirinek tune."

22.10.2019 - Rojanekırın : 22.10.2019
Ji Iraqê der barê eskerên Amerîkayê yên ji Sûriyeyê hatin da daxuyanî

Baghdad

Rêvebiriya Iraqê daxuyand eskerên Amerîkayê yên ji Sûriyeyê vekişiyan û hatin Iraqê wê li welêt nemînin.

Şaxa Medyayê ya Ewlehiya Iraqê daxuyand eskerên Amerîkayê yên ji Sûriyeyê vekişiyan û hatin Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) wê li welêt nemînin.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Ji bo ku ev hêzên ji Sûriyeyê hatine (eskerên Amerîkayê) li Iraqê bimînin, tu pesendkirinek tune."

Wesayîtên bizirx ên eskerên Amerîkayê û tirên alavên eskerî tê da bûn duh ji Deriyê Sînor ê Sêmalkayê ketibûn Iraqê.

Hatibû îdiakirin esker wê li baregehên Amerîkayê yên li Balafirgeha Hewlêrê û li Eynul Eseda li Enbarê bi cih bibin.

Wezîrê Parastina Neteweyî yê Amerîkayê Mark Esper du roj berê daxuyaniyek dabû û gotibû hezar eskerên Amerîkayê yên li ser biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump ji Sûriyeyê vekişiyane wê herin herêmên rojava yên Iraqê.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.