Çand û huner

Ji bo rêzefîlma li ser jiyana Selahedîn Eyûbî ji Pakistanê zêdeyî 10 hezarî serîlêdan

Muhammet Nazım Taşcı  | 27.10.2021 - Rojanekırın : 28.10.2021
Ji bo rêzefîlma li ser jiyana Selahedîn Eyûbî ji Pakistanê zêdeyî 10 hezarî serîlêdan

İslamabad

 Çêkerê Tirk ê xwediyê Akli Filmê Emre Konuk ragihand, ji bo ku di rêzefîlma li ser jiyana Selahedîn Eyûbî da bileyîzin, ya ku berhemanîna hevbeş a Tirkiye-Pakistanê ye, ji Pakistanê zêdeyî 10 hezar kesî serîlêdan kir.

Konukê ku bi vexwendina hevkarên xwe ji bo çend rojan çû Pakistanê, li ser projeya ku berhemanîna hevbeş a herdu welatan e, asta ku sektora sînemayê ya Tirk gihîştiyê û her wiha nêrînên xwe yên der heqê Pakistanê da daxuyanî da peyamnêrê AAyê.

Konuk diyar kir, ji bo gotûbêjkirina projeya Selahedîn Eyûbî û bijartina lîstikvanan ew hatin Pakistanê, Serokwezîr Îmran Xan di serî da ew digel çend kesayetên payebilind hatin cem hev.

Konuk bal kişand ku Xan ji wan ra destnîşan kir, ew ji Selahedîn Eyûbî zehf hez dike û wiha dewam kir, "Serokwezîr Xan diyar kir, ev proje li dinyayê dê deng vede û nexasim ji bo nifşên ciwan proje dê pir biqîmet be."

Konuk destnîşan kir, rêzefîlm dê platoyên ku li Tirkiyeyê hatine çêkirin were kişandin û her wiha xebatên senaryoyê jî berdewam in û wiha got, "Ji bo ku bibe karekî navneteweyî, em dixwazin lîstikvanên ji ciyên cuda yên dinyayê jî beşdarî vê projeyê bibin. Ji bo ku di rêzefîlma me da bileyîzin ji Pakistanê zêdeyî 10 hezar kesî serîlêdan kir."

Konuk bal kişand ku nexasim van 10 salên dawîn, şîrketên berhemanînê yên Tirk, serkeftina xwe li hemû dinyayê selimandin û wiha dewam kir, "Şîrketên Tirk gihîştin wê astê ku li dinyayê rêça endustriya sînemayê diyar dike û lewma jî ji welatên cuda pêşniyazên cuda tên ber destê me."

Konuk, helwesta gelê Pakistanê ya beramberî miletê Tirk jî wiha tewsîf kir, "Pir mêvanperwer û jidil in. Hemêza xwe li me vedikin. Lewma jî ez zehf kêfxweş bûm."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.