Çand û huner

"Iroq" a xwarina sedan salî a Mêrdînê di Hefteya Mitbaxa Tirkan da hat nasandin

Halil İbrahim Sincar, Şahin Seçen  | 25.05.2022 - Rojanekırın : 31.05.2022
"Iroq" a xwarina sedan salî a Mêrdînê di Hefteya Mitbaxa Tirkan da hat nasandin

Mardin

Li Mêrdînê di çarçoveya çalakiyên "Hefteya Mitbaxa Tirkan" da "iroq"a ku kutilkên tescîlkirî ye belavî welatî û turîstan kirin.

Di çarçoveya "Hefteya Mitbaxa Tirkan" a ku bi serkêşiya Emîne Erdogana xanima Serokomar Recep Tayyîp Erdogan tê pîrozkirin da çalakiyên ku bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Ajansa Pêşketinê ya Dîcleyê û Midûriya Çand û Turîzmê ya Bajêr va tên lidarxistin didomin.

Li bajarê qedîm li ber derê Otêla Sepanê ya Mêrdînê irokên ku qalikê wê ji savara sorkirî hûndirê wî bi xerca bi tahm e û yenîbahar, kîşnîş û baharatan tahma wê zêdetir xweş kirine û di sala 2009an da îşareta coxrafî sitandiye û hatiye tescîlkirin hat nasandin.

Di çalakiyê da ji 3 hezarî zêdetir iroq hatin çêkirin û bi destê Gursel Temurciyê Alîkarû Walî, Elîf Belkis Başturka Midûra Çand û Turîzmê ya Bajêr û rayedarên şaredariyê va li turîst, welatî, esnaf û kesên li dolmîş û wesayîtan da seyahat dikirin hatin belavkirin.

- "Li vê erdnîgariyê xwarin gelekî bi tahm û xweş in"

Mahmut Demirtaşê Walî û Wekîlşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînî daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku rabirdûya xwarinê ya Mêrdînê gelekî dewlemend e.

Demirtaş da zanîn dixwazin ku vê çanda dewlemend hem nîşanî mêvanên tên bajêr bidin hem jî dixwazin bi awayekî herî baş nîşanî welatiyan bikin û wiha axivî:

"Iroq bi îşareta coxrafî hatiye tescîlkirin. Wekî iroqê hemû xwarinên li Mêrdînî tên çêkirin gelekî xweş in. Çanda gastronomiyê ya Mêrdînî gelekî berfireh e, ji ber ku bajarê şaristaniyan e. Ango li vir gelek şaristanî jiyane û hatin ba hev. Çandeke gelekî dewlemend derketiye holê. Di nav çanda dewlemend da xwarin û gastronomî jî heye. Ev di turîzmê da jî xalekî gelekî girîng e. Li vê erdnîgariyê xwarin gelekî bi tahm in."

Demirtaş diyar kir ku her roj çalakiyekê li dar dixin û dê li dar bixin û Mêrdîna bajarê qedîm ji qalikê xwe derketiye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın