Çand û huner

Gopalên "nîşaneya hêz û esaletê" bi kevirên biqîmet dixemilînin

Li Elcewaza navçeya Bidlîsê hosteyê gopalan Cumalî Bîrol ji darên gûzan ên sedsalî û qiloçên heywanan gopalan çêdike û van gopalan bi sedef, rengên celeb celebî û herwiha kevirên biqîmet ên wekî zimrûd û yaqûd dixemilîne"

Önder Beyter  | 16.08.2018 - Rojanekırın : 19.08.2018
Gopalên "nîşaneya hêz û esaletê" bi kevirên biqîmet dixemilînin

Bitlis

BITLÎS 

Li Elcewaza navçeya Bidlîsê hosteyê gopalan Cumalî Bîrol ji darên gûzan ên sedsalî û qiloçên heywanan gopalên ku wekî "nîşaneya hêz û esaletê" pênase dike, çêdike û van gopalan bi sedef, rengên celeb celebî û herwiha kevirên biqîmet ên wekî zimrûd û yaqûd dixemilîne û li ser wan motîfên tûreya Osmanî û heyvstêrkê dineqişîne û wisa derdixe ber firotanê.

Li navçeya Elcewazê hostetiya gopalan êdî li ser destê pir hindik hosteyan didome ku ji van yek jî Cumalî Bîrolê 49 salî ye ku vî pîşeyê li atolyeya xwe ya 70 mêtrokareyî berdewam dike û gopalên curbecur çêdike.

Bîrol serê sibehê radibe tê atolyeya xwe û dest bi xebata xwe dike. Bîrol wekî nifşê sêyemîn ê malbatê vî pîşeyî didomîne.

Bîrol ji darên gûzan ên pîr û qiloçên heywanan gopalan çêdike û van gopalan bi sedef, rengên celeb celebî û herwiha kevirên biqîmet ên wekî zimrûd û yaqûd dixemilîne û li ser wan motîfên tûreya Osmanî û heyvstêrkê dineqişîne.

Bîrol ji ser înternetê jî gopalên ku bi kedeke mezin çêdike, difiroşe.

- "Me gopal şandin Belçîka, Holanda, Kanada û Norwêcê"

Cumalî Bîrol di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku li Elcewazê dîroka hostetiya gopalan vedigere 3 hezar sal berê.

Bîrol diyar kir ku di malbata xwe da ew, sêyemîn nifş e ku vî pîşeyî didomîne û herwiha ew hewl dide ku fêrî nifşê çaremîn bike û wiha dewam kir, "Li Devereka Zonguldakê û herwiha li navçeyên Bidlîsê Xelat û Elcewazê gopal tên çêkirin. Ez bi roniya çavê xwe û keda destê xwe va gopalan çêdikim û lewma jî ez li dijî wê yekê me ku gopalên febrîqesyon bên emilandin."

Bîrol bal kişand ku ew gopalekî di 4 rojan da çêdikin û wiha aivî, "Ji bo ku em gopalên xwe bişînin nava welat û dervayî welat, me di sala 2000î da malperek vekir. Wê demê gelek mail ji me ra hatin. Me gopal şandin Belçîka, Holanda, Kanada û Norwêcê.

Gopal ne nîşaneya pîrtiyê, lê ya hêz û esaletê ye. Carinan çav, carinan palpişt û carinan jî lingekî sêyemîn e. Heger mirov pêşkêşî hezkiriyekî xwe bike, wateya yê jî daxwaza temenekî dirêj û bixêr e. Piştî çilsaliyê emilandina wê, sunet e û herwiha aksesuarek e ku divê li her malê hebe."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.