Çand û huner

Golên cemedê yên Gera Mercanê havînê jî sipehî ne

Golên cemedê û dewrûbera ku li Ovacika navçeya Tunceliyê di Gera Mercanê da ne û bi helîna berfê ra şemaleke sipehî ya cuda wergirt, bi bedewî û newazetiya xwe ziyaretvanan hejmetkar dihêle

Önder Beyter  | 12.06.2019 - Rojanekırın : 18.06.2019
Golên cemedê yên Gera Mercanê havînê jî sipehî ne

Tunceli

Li Ovacika navçeya Tunceliyê ku li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi dewlemendiya xwe ya di warê dîrok, çand û xwezayê da derdikeve pêş, golên cemedê ku di Gera Mercanê da li çar ciyên cuda cih digirin, ziyaretvanan sermest û kêfxweş dikin.

Golên cemedê ku demsala havînê piştî ku hewa germ dibe û berf dihele, derdikevin holê û adeta mîna çavên hêşîn xuya dikin, hem nava hefteyê û hem jî dawiya hefteyê ji parêzgeh û navçeyên nêzîk gelek xwezahezî diezimînin.

Yên ku dixwazin bên û bedewiya golên 12 kîlometre dûrî gundê Şahverdî bibînin, bi wesayîtên xwe ji navenda navçeyê bi rê dikevin û piştî rêwîtiyeke 40 deqîqeyî digihîjin Gera Mercanê.

Li gera ku dikeve navbera Çiyayên Mercanê, xwezahez qedera 3 saetan dimeşin û 4 golên cemedê yên li ser heman rêyî dibînin.

Ziyaretvan li golên ku berfa dora wan hê neheliyaye digerin û li xwezaya kesk ji xwe ra pîknîkê dikin. Herwiha ziyaretvan carinan jî dikevin ava golan ku germahiya wê di navbera 5 û 10 pileyan da diguhere û ji xwe ra kêf dikin.

Xwezahez Suat Eren di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir, ji bo ku hilkişin golên cemedê wan zehmetiyeke mezin kişand.

Eren got, ligel ku em di meha hezîranê da ne, berfa dora golên cemedê yên li Gera Mercanê hê jî neheliyaye û wiha dewam kir, "Ez dikarim bêjim, ev der ji ciyên herî xweşik ên Tirkiyeyê ye. Xwezayeke wê ye mudhîş û needetî heye. Divê herkes were û vê derê bibîne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.