Çand û huner

Fîlma "Nomadland"ê di Oscarê da xelata fîlma herî baş hilda

Kasım İleri  | 26.04.2021 - Rojanekırın : 27.04.2021
Fîlma "Nomadland"ê di Oscarê da xelata fîlma herî baş hilda

Washington DC

Di 93yemîn xelatên Akademiyê (Oscar) da xelata "Fîlma Herî Baş" fîlma bi navê "Nomadland"ê qezenc kir.

Merasima 93yemîn Xelatên Oscarê li Şanoya Dolbyê ya li Los Angelesa Amerîkayê hat lidarxistin û xelata "Fîlma Herî Baş" fîlma "Nomadland"ê qezenc kir.

Di fîlma ku derhênera wê Chloé Zhao ye da jineke 60 salî ji ber qeyrana aboriyê hemû serveta xwe winda dike. Piştî vê ji xwe ra wesayîteke jê ra dibêjin karavan dikire û pê wê eyaletên rojava digere.

Di qada "Fîlma Herî Baş" da fîlmên "Mank," "Promîsîng Young Woman," "Nomadland," "Judas and the Black Messîah," "Sound of Metal," "Mînarî," "The Father" û "The Trîal of the Chîcago 7" ji bo xelatê namzed hatibûn nîşandan.

Fîlma bi navê Mank a ku senarîstê wê Herman J. Mankiewiczê Amerîkî ye wek fîlma herî baş, lîstikvanê herî baş yê mêr, derhênerê herî baş tevahî di 10 kategoriyan da namzed hatibû nîşandan.

Derhênera fîlma "Nomadland"ê Chloé Zhaoya eslê xwe ji Asyayê ye xelata "Derhênera Herî Baş" hilda.

Di dîroka 93 salan a xelatên Oscarê da ev cara duyem e ku jinek xelata derhênera herî baş hildide. Di sala 2010an da Kathryn Bîgelowa Amerîkî ji ber derhêneriya fîlma Hurt Lockerê xelat hildabû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın