Çand û huner

Dîroka Keleha Sebeterîasê ya Bîngolê wê bê lêkolînkirin

Rıdvan Korkulutaş  | 17.08.2022 - Rojanekırın : 19.08.2022
Dîroka Keleha Sebeterîasê ya Bîngolê wê bê lêkolînkirin

Bingöl

 Li Genca navçeya Bîngolê ji bo ku dîroka Keleha Sebeterîasê ya ji heyama Urartuyan bê eşkerekirin kolandina sondajê dest pê kir.

Bermayiyên kelehê li devê Çemê Muradê ye û ji hêla Wezareta Çand û Turîzmê va wek qada arkeolojîk ya pileya 1emîn hatiye tescîlkirin.

Hat ragihandin ev der di Heyama Navîn da hatiye bikaranîn.

Bi hevkariya Midûrtiya Muzeya Elezîzê, Zanîngeha Bîngolê Walîtiyê, Midûriya Çand û Turîzmê ya Bajêr û Şaredariya Bîngol û Gencê va xebatên sondajê dest pê kir.

Xebat wê 15-20 rojan dewam bikin, armanc ew e ku dîroka kelehê û bermayiyên wê derkevin holê.

Midûrê Çand û Turîzmê ya Bajêr Selahattîn Yazar ji rojnamevanan ra daxuyand ji ber ku li Bîngolê muze nehatiye avakirin, xizmetên bi vî rengî ji hêla Muzeya Elezîzê va tên meşandin.

Yazar wiha axivî: "Ji bo ku kolandin bên destpêkirin em xebatên tesbîtkirinê dikin. Me îro tevrê ewil lê xist. Bi hevkariya Midûrtiya Muzeya Elezîzê, Zanîngeha Bîngolê Walîtiyê, Midûriya Çand û Turîzmê ya Bajêr û Şaredariya Bîngol û Gencê va me xebatan da destpêkirin. Piştî tesbît temam bûn xebata eslî wê dest pê bike."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın