Çand û huner

Di Eyda Qurbanê da ziyaretvan eleqeyeke mezin nîşanî Qesra Îshaq Paşa didin

Di Eyda Qurbanê da ziyaretvan eleqeyeke mezin nîşanî Qesra Îshaq Paşa ya li Bazîda navçeya Agiriyê ye didin

Nihat Kavşut  | 13.08.2019 - Rojanekırın : 15.08.2019
Di Eyda Qurbanê da ziyaretvan eleqeyeke mezin nîşanî Qesra Îshaq Paşa didin

Ağrı

Di Eyda Qurbanê da ziyaretvan eleqeyeke mezin nîşanî Qesra Îshaq Paşa ya li Bazîda navçeya Agiriyê ye didin.

Qesra Îshaq Paşa ya ku bi dîrok û mîmariya xwe li Herêma Rojhilatê Anadoluyê dereke girîng e her sal bi hezaran ziyaretvanên xwemalî û biyanî dihewîne.

Qesra Îshaq Paşa ya ku 7 kîlomêtro dûrî navenda Bazîdê ye û li ser girekî ku hezar û 900 mêtro bilind e hatiye çêkirin di Eyda Qurbanê da ziyaretvanên ku ji çar aliyên Tirkiyeyê hatine hewand.

Di betlaneya Eyda Qurbanê da gelek malbatan serdana Qesra Îshaq Paşayê kirin ku mîna hêlîna qertelê ye.

Rêzan Birlikê hat dîtina qesrê destnîşan kir tevî hevalên xwe ji Şirnexê ji bona serdana Qesra Îshaq Paşa hatiye û got ku gelek kefxweş im û kêfa min zehf ji mîmariya qesrê ra hat.

Baran Ozturk jî diyar kir tevî malbata xwe li ciyên dîrokî digere û wiha got: "Em ji Îzmirê tên, lê ez bi bi eslê xwe ji Agiriyê me. Divê ev avahî bê dîtin. Di heman demê da xweş hatiye parastin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın