Çand û huner

Bestekar û piyanîst Tuluyhan Ugurlu dixwaze tevî dengbêjan derkeve tûrneya dinyayê

Bestami Bodruk  | 13.10.2021 - Rojanekırın : 20.10.2021
Bestekar û piyanîst Tuluyhan Ugurlu dixwaze tevî dengbêjan derkeve tûrneya dinyayê

Diyarbakir

 Bestekar û piyanîst Tuluyhan Ugurlu yê li ser asta cihanê navdar, plana wê yekê dike ku tevî dengbêjan derkeve tûrneya dinyayê.

Ugurlu li Diyarbekirê digel denbêjan hat cem hev ku li herêmê "stran"an dibêjin ku bingeha edebiyata devkî ya Kurdî ye û li ser destan, evîn, xweza, êş û kederan hatine derxistin. Ugurlu deng û awazê piyanoyê û her wiha yê dengbêjan anî cem hev. Ev performansa Ugurlu û her wiha konsera wî ya ku tê da berhema xwe "Efsaneyên Dîcleyê" jî got ku li ser Çemê Dîcleyê nivîsiye, pir hat ecibandin.

Bestekar û piyanîst Ugurlu ku heta niha li gelek ciyên cuda konser dane, li ser konser û xebatên xwe daxuyanî da peyamnêrê AAyê.

Ugurlu diyar kir ku Diyarbekir ji bo Anadolu, Mezopotamya û hemû mirovahiyê ciyekî pir girîng e û behsa çîroka hizra nivîsîna berhema xwe "Efsaneyên Dîcleyê" kir.

Ugurlu wiha axivî:

"Diyarbekir ew der e ku navê mirovahiyê hatiye lêkirin. Lê dîrok, çand, huner û estetîk jiyaye û dijî. Kevneşopiyeke bi hezaran salan ez vediguhezînim ser notayan ku ev, ji bo min şanaziyeke mezin e. Min besteya 'Efsaneyên Dîcleyê' ji bo vê yekê çêkir. Av heyatê dide candaran, lêbelê bi xwe jî candar e. Dema mirov bangî avê bike, şiklê wê diguhere. Li gorî kêfxweşî û xemgîniyê av jî diguhere."

- "Ên guhdarî kirin, heyran û hejmetkar man. Em ê vê bibin her derê dinyayê"

Ugurlu der heqê xebata digel dengbêjan da jî diyar kir ku ew aciz nebû, lewra ev yek karakterê gotina ji ber xwe da ye.

Ugurlu got, ew bêyî amadekariyê dikare bi saetan li piyanoyê bide û wiha got, "Ez tevî tîma Mehteranê li tevahiya dinyayê konseran didim. Em ê tevî dengbêjan jî vê yekê bikin. Proje zehf hat hezkirin û gelek kes dixwaze. Ên guhdarî kirin, heyran û hejmetkar man. Em ê vê bibin her derê dinyayê."

- Pêşniyaza ji bo ciwanan: "Bira bibin ewladê vê xakê"

Ugurlu ji bo ciwanan jî hin pêşniyazên xwe anîn ziman û axaftina xwe wiha kuta kir:

"Bira bibin wekî xwe. Nêrîna wan a dinyayê çi dibe bira be, baweriya wan çi dibe bira bibe, qet girîng nîne. Lêbelê bira bibin ewladê vê xakê. Divê hişê wan li vê xakê be. Bira hişê xwe nedin kirê. Wê demê mirov dikare bi hêsanî bibe kurewî."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.