Çand û huner

Vê hefteyê 10 fîlm dê bikevin vîzyonê

Melik Fırat Yücel   | 07.10.2021
Vê hefteyê 10 fîlm dê bikevin vîzyonê

Istanbul

 Li salonên sînemayê yên li Tirkiyeyê vê hefteyê 6 jê xwemalî 10 fîlm dê bikevin vîzyonê.

"Heqîqet: Şêx Bedreddîn" ku Hakan Alak derhênerê wê ye û lîstikvanên wekî Suavi, Bulent Emrah Parlak, Saygin Soysal, Ali Barkin û Ezgi Esma Kurklu tê da dileyîzin dê derkeve pêşberî temaşevanan.

Fîlma ku derhêner Alak, senaryoya wê digel Ali Şahin nivîsî, li ser jiyana Qaziyê Simavnayê Şêx Bedreddîn ê 600 sal berê jiyaye disekine.

Ev cara yekemîn e ku li ser Şêx Bedreddînê ku ji hafizeya civakê nayê jibîrkirin, fîlmeke sînemayê tê çêkirin.

- "Ji Milyonê Yek"

"Ji Milyonê Yek" ku Bestemsu Ozdemir, Melih Selçuk, Suzan Aksoy û Ali Erkazan tê da dileyîzin, li ser wan bûyeran hûr dibe ku tên serê jineke ku xwe ji jiyana bajêr dûr dixe û her wiha merivekî rêwî.

Derhênerê fîlma evîn û dramê jî Semra Dundar e.

- "Fulya"

Belgefîlma xwemalî "Fulya" jî serpêhatiyên nûçegihan Fulya Ozturk û kameraman Halil Kahraman tîne ser perdeya sînemayê ku di heyama Şerê Welat ê 44 rojan ê Azerbeycanê da peywir anîn cih.

Derhênerên fîlmê jî Aykut Taşkin û Tahir Tahiroviç in.

- "Bi Dizî"

Fîlma "Bi Dizî" ya ku Mert Tugberk Bora derhêner e û Seda Keskol, Caner Kaganberk, Tolga Bengu û Yulya Ivanchenkoyê tê da leyîstin, behsa jiyana ciwanekî dike ku serederiyê bi têkiliya xwe ya dûvdirêj ra nake.

- "Kurye"

"Kurye" ku Benedict Cumberbatch serleheng e, behsa jiyana Greville Wynne dike ku gava karsazekî di halê xwe da ye, bi destê MI-6 û CIAyê di serdema şerê sar da ji bo ku ji Sovyetê îstixbaratê berhev bike, tê peywirdarkirin.

Derhênerê fîlmê Dominic Cooke e û Rachel Brosnahan, Jessie Buckley, Merab Ninidze û Vladimir Chuprikov hevaltiya Cumberbatch dikin.

Fîlma ku berhemanîna Îngiliz e, senaryoya wê ji hêla Tom O'Connor hat nivîsîn û namzed e ku bala meraqdarên sawê bikişîne.

- "Çîrokên Paranormal"

Fîlmeke din a vê hefteyê jî Çîrokên Panaromal e ku behsa rabirdûya Brandonê ku komedyen yê ji bo lîstikeke dawîn derdikeve li ser dikê, dike.

Caye Casas, Alejandro Damîanî, Kheîreddîne El-Helou, Carlos Goîtîa, Mat Johns, Damien LeVeck, Vîncent Paronnaud, Albert Pinto, Denis Walgenwitz û Hendryk Witscherkowsky bi hev ra derhêneriya fîlmê kirine.

Serlîstikvanên fîlmê Raymond E. Lee, Clara Kovacic, Ariadna Asturzzi, Cristian Majolo û Bruno Giacobbe ne.

- "Sansur"

Derhênerê fîlmê Prano Bailey-Bond e.

Di fîlmê da jineke bi navê Enid Baines ya ku fîlman sansur dike ji ber van xebatên xwe temaşevanan ji gelek tiştên nebaş diparêze. Rojekê xwîşka wê winda dibe û tê gotin ew miriye. Banîes der barê windabûna wê da tiştan difikire lê nayê bîra wê û ew xwe sûcdar dibîne. Rojekê ji arşîvê fîlmekê temaşe dike û dibîne ku rabirdûya wê û windabûna xwîşka wê dişibin mijara vê fîlmê.

- " Kabusa Cinan"

Di fîlma ku derhênerê wê Mehmet Kutuk e da Cemre Can Saatçî, Çîmen Çetîn, Hakan Karakuş, Nîzamettin Kalkan û Yusuf Delîbaş serlîstikvan in.

Fîlmê da behsa qîzeke bavê wê miriye ya ku her tim kabusan dibîne tê kirin. Qîzik hewl dide sedema mirina bavê xwe derxe holê, lê ew cinan dikeve û gelek bûyer çêdibin.

- "Defin-Ecîn Zulman"

Derhênerê fîlmê Cengiz Kaplan e.

Serlîstikvanên fîlmê Tugba Gokhan, Melîh Çardak, Sefa Zengîn û Vural Buldu ne.

Di fîlmê da behsa xezîneyekê, komeke cinan û bûyerên der û dora wê diqewime tê kirin.

- "Peter Rabbît: Kêvroşkê Qaçax"

Derhênerê fîlma anîmasyonê Wîll Gluck e.

Fîlm li ser Peter e ku ji serpêhatî û macerayan hez dike, nikare dev ji vê edeta xwe berde. Kesên li der û dora wî vê xisletê wî hez dikin. Fîl qala bûyerên tên serê Peter dike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın