Çand û huner

Li Mêrdînê nexş û xemlên li saziyên dînî bi hunera têlkariyê tên parastin

Halil İbrahim Sincar, Şahin Seçen   | 08.01.2022
Li Mêrdînê nexş û xemlên li saziyên dînî bi hunera têlkariyê tên parastin

Mardin

 Li Mêrdînê motîfên li mizgeft, medrese, dêr û manastiran di hunera têlkariyê da tên bikaranîn.

Li Enstîtuya Têgihîştinê ya Mêrdînê ya li avahiya Mekteba Ruşdiyeyê ya di 11ê gulana 1892yan da li ser xirbeyên Medreseya Mizeferiyeyê ya 700 salî li Kelha Mêrdînê hatiye avakirin têlkariya hunera zîv domandin.

Ekîba lêkolînê ya enstîtuyê 364 motîfên li Mizgefta Qasimiyeyê, Mizgefta Mezin, Dêra Çilan, Manastina Dêrazeferanê û avahiyên dîrokî bi çîrokan derxist holê.

Hîndekarên li atolyeyê motîfên hatin dîtin bi têlkariyê dineqişînin û ev jî ji hêla turîstên xwecî û biyanî va eleqeyê dibîne.

Motîfa îstîrîdyeyê ya li Mizgefta Mezin a li Qiziltepeya navçeya Diyarbekirê jî sala par di pula PTTyê da cî girtibû û di pêşbaziya Euromeda Yekîtiya Posteyê ya Ewropayê da ket pêşbaziyê û di rêza sisêyan da cî girt.

Metîn Degerê Midûrê Enstîtuyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li ser çanda qedîm a bajêr ji her hêlê va lêkolînan dikin.

Deger destnîşan kir ku li ser motîfên li avahiyên dînî yên li Mêrdînê û nexşan lêkolînê dikin, paşê jî dîzaynê dikin û arşîva dijîtal amade dikin. Deger got paşê jî van motîfan bi hunera têlkariyê li ser berhemên cuda dineqişînin.

Deger got dema dibêjin Mêrdîn pêşiyê hunera têlkariyê tê bîra merivan, amûrên tên çêkirin jî tên firotin.

Midûr Deger destnîşan kir ku bi sedan motîfan li ser amûran dineqişînin û wiha axivî: "Ji bo her berhemê nasname, arşîva dijîtal û dîmen tên amadekirin."

Hasan Aydoganê wezîfedarê lêkoşîn û pêşxistinê jî diyar kir ku Mêrdîn wekî "bajarê ziman û dînan" û "bajarê şaristaniyan" tê zanîn, li bajêr Siryanî û Misliman bi sedan salan bi hev ra jiyan.

Aydogan got ku li bajêr rêça gelek çand û şaristaniyan tê dîtin, ji bo ji vê dewlemendiyê îstifade bikin dixebitin, motîfa îstîrîdyeyê ya xelat sitand jî hem di çanda Îslamiyetê, hem ya Tirkan hem jî ji ya beriya Îslamiyetê da hatiye bikaranîn, tê meneya zayînê, zayîna ji nû va, axret, jiyan û domandinê.

Îbrahîm Cirikê hîndekarê hoste jî got hunera têlkariyê 7 sal berê li ber destê Suphî Hîndeyerliyê Siryanî yê xwediyê xelata "Merivên Xezîne yên Zindî" a UNESCOyê hîn bû.

Cirik diyar kir ku di vê hunerê da xwe pêş xist û berhemên wî tên ecibandin û wiha pê da çû: "Em ê hunera xwe ya têlkariyê û Mêrdîna xwe baş bidin nasîn."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın