Çand û huner

Ji bo berhemên nadîde ên Muzeya Arkeolojiyê ya Şanliurfayê parastina hesas

Eşber Ayaydın   | 12.09.2021
Ji bo berhemên nadîde ên Muzeya Arkeolojiyê ya Şanliurfayê parastina hesas

Şanlıurfa

Li Şanliurfayê berhemên dîrokî yên bêhemta û mozaîq bi destê ekîba pispor tên paqijkirin da ku ji paşerojê ra bimînin. Di nav van berheman da berhemên ji Girê Mirazan hatine derxistin jî hene.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di 2015an da Muzeya Arkeolojiyê ya Şanliurfayê ji bo ziyaretê vekir. Ji çaxên ewil ên mirovahiyê heta roja me berhemên dîrokî, zindîkirin û îmîtasyona di muzeyê da hene.

Li Girê Mirazan ku "destpêka dîrokê" tê qebûlkirin û li gelek deverên bajêr berhemên ku ji xebatên kolandinê hatin derxistin û mozaîqên ku resma jinên amazonan li ser hatine neqişandin, bi destê restoratorên pispor tên tedqîqkirin.

Berhem di laboratuvarên hesas ên muzeyê da tên paqijkirin û dermankirin û da ku xerab nebin û ji nifşên nû ra bimînin.

Midûrê Muzeya Arkeolojiyê ya Şanliurfayê Celal Uludag daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, berhemên ku ji vedanan hatin derxistin û li muzeyê tên pêşandin, divê ji nifşên nû ra jî were hiştin û ji bo vê jî ev berhem li laboratuvaran bi destê kesên pispor tên kontrolkirin.

Uludag diyar kir ku di muzeyê da 3 laboratuvar hene, berheên ku ji erdê tên derxistin pêşiyê li vê derê wêneya wan tê kişandin û ev wêne wekî belge tên bikaranîn. Uludag wiha axivî:

"Laboratuvarên Muzeya Arkeolojiyê ya Şanliurfayê hem wekî ekîpman hem jî ji aliyê personelan va têr û tije ye. Berhêmn ku tênî li gor cisnê xwe, çawaniya xwe di van laboratuvaran da tên retorekirin. Her wiha beriya ku bînin laboratuvarên me jî di cî da midaxale tên kirin. Bi taybetî midaxaleyên di cî da pir girîng in. Mozaîq li ser erazî rên paqijkirin û restorekirin. Kontrola van berheman peryodîk tên kirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın