Çand û huner

Hunermendên Filistînî bi hunera nûjen va balê dikşînin dagirkeriya Îsraîlê

Mohammed Yahya Ahmad Mohammed, Halime Afra Aksoy   | 29.06.2021
Hunermendên Filistînî bi hunera nûjen va balê dikşînin dagirkeriya Îsraîlê

Palestinian Territory

Li Xezeya hatiye dorpêçkirin hunermendên Filistînî ji bo balê bikşînin pirsgirêkên Filistîna ku di bin dagirkeriya Îsraîlê da ye pêşangeheke ji berhemên hunera nûjen pêk tê li dar xistin.

Pêşangeh ji hêla Navenda Çand û Hunerê ya Xezeyê hat vekirin, tê da 100 berhemên 70 hunermendên Filistînî yên ji wêne, xêz, peyker û enstalasyonan pêk tê heye.

Di pêşangehê da wêne û maketên Mescîda Eqsayê, Mizgefta Qubetuh Sahrayê û berhemên din hene.

Di nav van berhemen da berhemên hezkirina Filistiniyan ya axa wan, tundiya Îsraîlê ya li ser Filistiniyan û rola jinê ya di civakê da nîşan didin jî hene.

Eşref Sahvîlê Serokê Lijneya Rêvebiriya Navenda Çand û Hunerê ya Xezeyê daxuyand bi vê pêşangehê va wan xwest ku ew balê bikşînin pirsgirêkên Filistîniyan.

Sahvîl got bi firçe û gotinên hunermendan va têkoşîna gelê Filistînê wê dewam bike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın