Çand û huner

Girê Arslantepeyê di Lîsteya Mîrata Çanda Dinyayê da bi cî bû

Yasemin Kalyoncuoğlu   | 27.07.2021
Girê Arslantepeyê di Lîsteya Mîrata Çanda Dinyayê da bi cî bû

Ankara

Girê Arslantepeyê ya li Battalgaziya navçeya Meletiyê ye wek berhema 19emîn a Tirkiyeyê di Lîsteya Mîratên Dinyayê ya UNESCOyê da hat qeydkirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Çand û Turîzmê di 4emîn hezar sala berî zayînê da Girê Arslantepeyê ku li şaristaniyên Mezopotamya û herêma Rojhilatê Anadoluyê guherînên bingehîn ên pêvajoya avakirina dewletê bi nexşe û bermayiyan li ser xwe dihewîne di civîna Komîteya Çanda Dinyayê ya 44emîn da tevlî lîsteya mîratên dinyayê bû.

Di biryara ku ji bo Girê Arslantepeya daxilî Lîsteya Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê bû da hat gotin ku ew der guherînên çandî û kevneşopiyên civakî nîşan dide û ji ber ferqên aborî û civakî jî bûye şahidê derketina pergalên civakî û siyasî.

- "Berhemeke çandî ya din a Tirkiyeyê bû mîrata dinyayê"

Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nurî Ersoy ji ser hesabê xwe yê Twitterê der barê mijarê da peyam da û got: "Berhemeke çandî ya din a Tirkiyeyê bû mîrata dinyayê. Girê Arslantepeyê di civîna Komîteya Çanda Dinyayê ya 44emîn da bi biryara hat dayîn va di Lîsteya Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê da hat qeydkirin. Bi xêr be."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın