Çand û huner

Xweşikahiyên Anadoluyê li ser tuvalê xêz dike

Kemal Dermanê pisporê dahatê yê di dibistana seretayî da li Ovacixêê dest bi xêzkirina resman kiribû paşê dest bi resmên profesyonel kir û xweşikahiyên Anadoluyê li ser caw û kaxizan xêz dike

Haydar Şahin   | 09.08.2019
Xweşikahiyên Anadoluyê li ser tuvalê xêz dike

Tunceli

Kemal Dermanê pisporê dahatê yê di dibistana seretayî da li Ovacixa navçeya Tunceliyê dest bi xêzkirina resman kiribû paşê dest bi resmên profesyonel kir û xweşikahiyên Anadoluyê li ser caw û kaxizan xêz dike.

Kemal Dermanê 48 salî yê ji bo mala bavê xwe ziyaret bike ji Stenbolê hat Ovacixê di pola ewil a dibistana seretayî da bi xêzkirina nexşeya dinyayê dest bi resman kir.

Dermanê ku di 15 saliya xwe da bi malbata xwe ra barî Stenbolê kiribû piştî perwerdeya lîse û zanîngehê li Daîreya Bacê ya Maltepeyê dest bi karmendiyê kir.

Derman di demên xwe yên ji ber kar dimînin da resmên xaniyên kevneşopî yên Anadoluyê, zarokan, portretên merivan, tebîetê xêz dike.

Dermanê ku li Stenbolê hem karê xwe dimeşîne hem jî hunera xwe didomîne havînê ji bo tetîla xwe bike tê Qonaxlara gundê Ovacixa navçeya Tunceliyê li vê derê jî resman xêz dike.

Derman li hewşa mala li gund ji xwe ra atolye ava kir û resmên wî eleyeke mezin dibînin. Derman resmên Tuncel Kurtîz, Şener Şen, Adîle Naşît û Tarik Akan jî xêz kirine û ew jî eleqeyê dibînin.

- "Resmek di 25 saetan da xilas dibe"

Kemal Derman daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li daîreya bacê wezîfeya pisporiya dahatê dike.

Derman got ku di dibistana seretayî da bi xêzkirina nexşeya dinyayê dest bi resman kir û wiha pê da çû: "Min berê nexşeya dinyayê xêz dikir, paşê dest bi karîkaturan kir û di salên 1990î da bi Bob Rossê resma ra min dest bi resmên bi boyaxa rûnî kir. Paşê bi boyaxên pastel va min portre û resmên merivan xêz kirin. Xêzkirina resmekî kêzêde 25 saetan dikişîne."

- "Min qet perwerde nedît"

Derman got di van demên dawîn da resmên kal û pîran xêz dike û wiha axivî:"Qurçimekên li ser çermê wan kalbûnê îfade dikin, ev ji bo min zehf bi qîmet e. Ez hewl didim ku resmên malên gundan ên Ovacixa memelektê xwe û tebîeta vê derê xêz bikim. Eleqeyeke baş nîşanî resmên min didin. Min qet perwerde nedît ji ber vê mriov dema vê dibihîzin zêdetir eleqeyê nîşan didin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın