Orhan Sağlam
01 Tebax 2026•Rojanekirin: 01 Tebax 2026
Xozneber bi çalakiyên curbecur di hemayên dawîn da mîrateya dîrokî û xwezayî ya di kûrahiya Gola Wanê da keşf dikin.
Her ku li golê lêkolîn li ser keştiyên binavbûyî û pêkhateyên xwezayî tê kirin, potansiyela herêmê ya ji bo tûrîzma binavê zêdetir derdikeve pêş.
Bermahiyên dîrokî, keştiyên binavbûyî û mîkrobiyalîtên herî mezin yên cîhanê ku di nava xezîneyên bêhempa yên bin avê yên Gola Wanê da cih digirin, ji bo hezkiriyên binavbûnê derfetên taybet pêşkêş dikin.
Bi kişandina wêneyên van berhemên li kûrahiya golê, mîrateya bin avê tê belgekirin û eleqeyeke mezin li ser herêmê çêdibe.
Herî dawîn Dibistana Binavbûnê ya Wanê li ber peravên gundê Reşadiyeya Tetwana navçeya ya Bidlîsê tîmeke ji 32 kesan pêk tê xwe berda nava avê.
Xozneberan bi kişandina dîmenên keştiyeke Rûsî ya binavbûyî ya bi dirêjahiya 40 metreyan û mîkrobiyalîtên ku bi metreyan dirêj dibin û li kûrahiya nêzîkî 17 metreyan cih digirin, wêneyên xezîneyên bin avê yên Gola Wanê tomar kirin.
Serkan Okê nûnerê Wanê yê Federasyona Werzişên Binavê ya Tirkiyeyê û rahênerê binavê, ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew ji bo nîşandana sirên binavê yên Gola Wanê li hev kom bûne.
Mehmet Akçanê ku bi zarokên xwe ra beşdarî çalakiya binavbûnê bû, diyar kir ku wî li Gola Wanê perwerdeya binavbûnê wergirtiye û li herêmên cuda yên Tirkiyeyê xwe berdaye bin avê.
Lokman Gudenê xozneber jî diyar kir ku her çend ew li cihên curbecur yên li Tirkiyeyê noq bûbe jî kêfa li Gola Wanê gelekî cuda bûye.