Çand û huner

Vê hefteyê 9 fîlm ketin vîzyonê

Li Tirkiyeyê vê hefteyê yek jê xwemalî 9 fîlm ketin vîzyonê

İbrahim Atmaca   | 22.08.2019
Vê hefteyê 9 fîlm ketin vîzyonê

Istanbul

Di salonên sînemayê yê Tirkiyeyê da vê hefteyê yek jê xwemalî 9 fîlm wê têkevin vîzyonê.

Fîlma "Zemanekî li Hollywoodê" ku Quentin Tarantino derhênerê wê ye, qala Los Angelesa sala 1969an dike.

Leonardo DiCaprio, Brad Pitt, Margot Robbie û Luke Perry tê da dileyîzin û cureya wê dram komedî ye.

- "Pengûenên Rengîn: Kewşên Fezayê"

Di fîlma "Pengûenên Rengîn: Kewşên Fezayê" da pengûen di nav tebeqeya cemedê ya ku dişkê da dimînin û du lêkolîner jî ji bo ku wan xelas bikin tên wezîfedarkirin.

Derhênerê fîlmê Evan Tramel e û cureya fîlmî anîmasyon e. Kj Schrock û Sarah Taylor jî pêş lehengan va diaxivin.

- "Di Serî da Bide Destpêkirin"

Derhênerê vê fîlmê jî Berk Alan e û Alper Rende, Kemal Can Parlak, Alparslan Ozmol, Alî Bîçîm, Bîlge Su Işik tê da dileyîzin.

Hasan Karakuş û Atasay Koç senarîstê fîlmê ne û fîlm xwemalî ye. Tê da qala Ussalê ku ji bo ezmûna zanîngehê amade dibe tê kirin, lê rojek ji ezmûnê ra dimîne, bûyerek çêdibe û Ussal hafizeya xwe winda dike.

- "Kodnav: Angel"

Cureya fîlmê aksiyon e û tê qala jiyan û kariyera Mike Banning dike ku di êrîşeke esmanî ya dijî Serokê Amerîkayê tê kirin û ew jî endamê servîsa veşartî û parêzkarê serok e.

Derhênerê fîlmê Ric Roman Waugh e û di kadroya lîstikvanan a Angel da Gerard Butler, Morgan Freeman, Piper Perabo û Lance Reddick rol hildane.

- "Çîrokên Tirsnak"

Cureya fîlmê tirs e û Andre Ovredal derhêneriya wê dike.

Zoe Margaret Colletti, Michael Garza, Gabriel Rush û Dean Norris di fîlmê da dileyîzin.

- "Lêgerîna Bavê Ecele"

Derhênerê fîlmê Xavier de Choudens e û tê da bi zimanekî mîzahî qala zor û zehmetiyên ku zarokên penaber ên li Fransayê dijîn dike.

Cureya fîlmê komedî ye û Franck Gastambide, Melisa Sozen, Guillaume Tranchant û Camille Lollouche tê da dileyîzin.

- "Wehşeta Online"

Bi sepanekê va komek ciwan li ber milyonan însanî rastî êşkenceyê tên û qala çîroka wan tê kirin. Cureya wê tirs e û Marc Martinez derhêneriya fîlmê dike.

Fîlm li Spaniyayê hatiye çêkirin û Daniel Horvath, Julia Molins, Joe Manjon û Alex Maruny tê da dileyîzin.

- "Lîstika Mirinê: Qurbana Dawîn" (The Luring)

Cureya fîlmê tirs û rageşî ye û tê da qala kesekî ku her tişt ji bîrê çûye, dike.

Christopher Wells derhêneriya fîlmê dike û Jake Katzman, Henry Gagliardi, Alex Emanuel tê da dileyîzin.

- "Heywanên Jurassic"

Derhêneriya fîlmê Jason Wright dike. Cureya fîlmê anîmasyon e û pêş lehengan va Joachim Cruise, Ingrid West, Pony Frenzel, Luka Pilar û Sam Pitt diaxivin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın