Çand û huner

Vê hefteyê 5 fîlm ketin vîzyonê

Vê hefteyê li Tirkiyeyê 5 fîlmê ketin vîzyonê

İbrahim Atmaca   | 07.11.2019
Vê hefteyê 5 fîlm ketin vîzyonê

Istanbul

Li salonên sînemayê yên Tirkiyeyê wê hefteyê 3 jê xwemalî 5 fîlm ketin vîzyonê.

Ji rêza fîlma "Recep Îvedîk" a şeşemîn ku Şahan Gokbakar bi Togan Gokbakarê birayê xwe ra senaryoya wê nivîsiye û serlehengiya wê dike, wê vê hefteyê têkeve vîzyonê.

Derhênerê fîlmê Togan Gokbakar e. Di fîlmê da Recep Îvedîk tê dewetkirin ku li Konyayê beşdarî festîvala fasoliyan bibe, lê ji ber ku acenteya seyehatê xeta dike, şûna Konyayê diçe Kenyayê.

Nurullah Çelebî, Furkan Bayraktar, Somer Karvan, Chidi Benjamin John, Kepsin Misodi Teke, Mbaye Dieng û Lorraine Kadye di fîlmê da dileyîzin.

- "Kewa Birîndar"

Derhêneriya fîlmê Taner Tunç dike û Alper Pehlîvan, Îbrahim Kalkan, Dîlek Canbay, Emîr Oner, Huseyîn Erkanli û Mustafa Tekîn tê da dileyîzin.

Hakan C. Yazici senaryoya wê nivîsiye. Di fîlmê da xortek keweke birîndar dibîne û soz dide xwişka xwe ya nexweş ku wê kewê qenc bike û azad bike, lê ji ber ku kew winda dibe, xort jî pey dikeve. Fîlm li ser sozdayîna xort û peyketina kewê disekine.

- "Pavarottî"

Derhênerê belgefîlma "Pavarottî"yê Ron Howardê sînemakarê ku xelata Oskarê hildaye, dike. Fîlm li ser jiyana Pavarottiyê muzîkjen disekine.

- "Navê Wê Petrunya ye"

Zorica Nusheva, Labina Mitevska, Stefan Vujisic, Suad Begovski, Simeon Moni Damevski û Violeta Sapkovska di fîlmê da dileyîzin û Teona Strugar Mitevska jî derhêneriya wê kiriye.

Cureya fîlmê dram e û li gor fîlmê li Makedonyaya Bakur wexta ku Cejna Teofanyayê tê pîrozkirin, rutîelek heye ku tenê mêr beşdar dibinê, lê jinek berevajiyê vê edetê beşdar dibe û fîlm li ser çîroka vê jinikê disekine.

- "Hepşuu"

Cureya fîlmê anîmasyon e. Li ser serpêhatiyên Hepşuyê xêzelehengê TRT Çocukê (Zarok) û hevalên wî disekine.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın