Çand û huner

Vê hefteyê 11 fîlm dikevin vîzyonê

Melik Fırat Yücel   | 25.11.2021
Vê hefteyê 11 fîlm dikevin vîzyonê

Istanbul

Li salonên sînemayê yên Tirkiyeyê vê hefteyê 3 jê xwemalî 11 fîlm dikevin vîzyonê.

Di fîlma Dema Tolhildanê da Jason Statham, Josh Hartnett, Scott Eastwood û Holt McCallany dileyîzin û Guy Ritchie derhêneriya wê kiriye.

Di fîlmê da zilamekî ku kurê wî hatiye kuştin, peyê kujerên kurê xwe ketiye û ji bo ku kujer bibîne di fîrmayeke ku pereyan transfer dike da dest bi kar bike. Fîlm li ser têkoşîna ku zilam seba tolhildanê dide, disekine.

Senaryoya fîlmê ji aliyê Ivan Atkinson, Guy Ritchie, Marn Davies û Eric Besnard va hatiye nivîsandin û cureya wê rageşî û aksiyon e.

- "Malbata Gucci"

Lady Gaga, Adam Driver, Jared Leto, Al Pacino û Salma Hayek di fîlmê da dileyîzin û cureya fîlmê rageşî ye.

Ridley Scott derhêneriya fîlmê kiriye û li ser malbata Gucci ya ku di qada modayê da navdar in, dike. Her wiha li ser kuştina Maurizio Gucci disekine.

Senaryoya wê ji aliyê Roberto Bentivegna û Becky Johnston va hatiye nivîsandin û Dariusz Wolski derhêneriya wê ya dîmenê kiriye.

- "Ez Tu Lenîn"

Bariş Biçakçi û Tufan Taştan bi hev ra senaryoya wê nivîsîne. Mijara wê wiha ye: Salên dûr û dirêj tê xwestin ku li bajaroka Akçakocayê bustê Lenîn were çikandin. Lê ji ber ku destûrên burokratîk nayên dayîn, bust di depoyekê da vedişêrin.

Bariş Falay, Saygin Soysal, Melîs Bîrkan, Serdar Orçîn û Nur Surer tê da dileyîzin û Tufan Taştan derhêneriya fîlmê kiriye.

- "Tîma Beredayî"

Can Sarcan derhêneriya fîlmê kiriye û Tuna Arman, Zeynep Batur, Mert Topuz û Yildiz Asyali tê da dileyîzin. Mijara fîlmê wiha ye: Li kampusekê ceribandinek tê kirin û di encama wê da şewba zombiyan dest pê dike.

- "Dilşêr"

Fîlma "Dilşêr" ku Dany Boon, Philippe Katerine, Anne Serra, Samuel Jouy û Sophie Verbeeck tê da dileyîzin, qala serpêhatiyên nexweşekî ku di klînîka psîkiyatriyê da xwe li dîntiyê datîne û peywirdarê ku bi neçarî lê dinihêre dike.

Ludovic Colbeau-Justin derhêneriya fîlma ku berhemanîna hevpar a Belçîka û Fransayê ye kir.

- "Baxçeyê Stenbolê"

Fîlma "Bexçeyê Stenbolê" ya ku berhemanîna Alman e, bi derhêneriya Îlker Çatak hat kişandin û tê da Emil von Schonfels û Mekyas Mulugeta dileyîzin.

- "Seans"

Fîlma "Seans" derhênerê wê Simon Barrett e û tê da kesên wekî Suki Waterhouse, Madisen Beaty, Inanna Sarkis, Ella-Rae Smith û Stephanie Sy dileyîzin.

Fîlma ku berhemanîna Amerîkayê ye namzedê wê yekê ye ku bala meraqdarên tirs û xofê bikişîne.

- "Çîroka Veşartî ya Şeytan"

"Çîroka Veşartî ya Şeytan" fîlmeke din a biyanî ye ku dê vê hefteyê bikeve vîzyonê. Derhênerê fîlmê Jess Norvisgaard e û her wiha Bill Oberst, Linnea Quigley, Kane Hodder, Mary Katherine û Kelley Wilson Robinson tê da dileyîzin.

- "Azra"

Beyza Şenel derhênera fîlma "Azra"yê ye û tê da kesên wekî Aşela Demir, Suada Şen û Burak Kuçuk dileyîzin. Fîlma tirsnak a xwemalî qala serpêhatiyên Azra û Burak dike ku ji bo çend rojan diçin betlaneyê.

- "My Hero Academia The Movie: World Heroes Mission"

My Hero Academia The Movie: World Heroes Mission" qala serpêhatiyên Deku û tîma wî ya lehengên super ên profesyonel dike ku li dijî gefeke nû têkoşînê didin ku ji bo bajar û însanan xetere ye.

- "Enkanto: Dinyaya Sêhrê"

Fîlmeke din anîmasyon a hefteyê "Enkanto: Dinyaya Sêhrê" ye û Jared Bush, Byron Howard û Charise Castro Smith bi hev ra derhênaniya wê kirin. Fîlm qala çîroka malbatekê dike ku li ciyekî xweş û nedîtî yê bi navê Enkantoyê dijî.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın