Çand û huner

Vê hefteyê 10 fîlm dê bikevin vîzyonê

"Jinên Piçûk" ku Emma Watson serleheng e dê derkeve pêşberî temaşevanan

Önder Beyter   | 13.02.2020
Vê hefteyê 10 fîlm dê bikevin vîzyonê

Istanbul

Di salonên sînemayê yên Tirkiyeyê da vê hefteyê 4 jê xumalî 10 fîlm dê bikevin vîzyonê.

"Jinên Piçûk" ku nivîskar-derhêner Greta Gerwigê ji romana Louisa May Alcotê ya bi heman navî vegerand sînemayê dê derkeve pêşberî temaşevanan.

Di fîlmê da serhatiyên çar xwîşkan Jo, Meg, Amy û Beth ku hewil didin li ser piyan bimînin tê vegotin.

Di fîlmê da dî rola xwîşkên March ên bi navê Jo, Meg, Amy û Beth da bi rêzê va Saoirse Ronan, Emma Watson, Florence Pugh û Eliza Scanlen dilîzin. Herwiha Timothee Chalamet, Laura Dern û Meryl Streep di fîlmê da dilîzin.

- "The Gentlemen"

Guy Ritchie ku bi fîlmên di warê sûcê da kişandin kariya xwe ava kir, vê carê bi fîlma "The Gentlemen" derdikeve pêşberî meraqdarên aksîyonê.

Di fîlma ku bi sehneyên aksîyonê va derdikeve pêş da Matthew McConaughey, Charlie Hunnam, Michelle Dockery, Jeremy Strong, Colin Farrell, Henry Golding, Hugh Grant û Eliot Sumner di rolên sereke da dilîzin.

- "Dîsa Jinûva"

"Dîsa Jinûva" ku Nicolas Bedos nivîsî û bi rê va bir, behsa çîroka evîna wî ya 40 sal berê ya mirovekî ku êdî ketiye salên xwe yên şêstî û lewma jî nikare pê li pê jiyana îro roj bixe dike.

Ji bo rolên sereke yên fîlmê lîstikvanên wekî Daniel Auteuil, Guillaume Canet, Doria Tillier, Fanny Ardant, Pierre Arditi û Lizzie Brochere rabûn pêşberî kamerayê.

- "Ji bo evînê ma wêrekiya te heye?"

"Ji bo evînê ma wêrekiya te heye?" ku Guillaume Canet ü Marion Cotillard serleheng in dê ji hêla Sînemaya Başka cardin bikeve vîzyonê.

Komedîya romantîk ku Gilles Lellouche, Emmanuelle Gronvold û Elodie Navarre hevaltiya Guillaume Canet û Marion Cotillard kiribûn, li ser destê Yann Samuel hatibû kişandin.

- "Romantîka Giran"

Fîlma bi navê "Romantîka Giran" ku derhênerê wê Denîz Denîzcîler e bi beşdariya lîstikvanên wekî Onur Tuna, Tuvana Turkay, Altan Erkekli, Durul Bazan, Sermiyan Midyat, Semra Dinçer, Gazanfer Unduz û Servet Pandur hat kişandin.

- "Nesîb be dê Bibe"

"Nesîb be dê Bibe" ku fîlmeke din a xwemalî ya romantîk a hefteyê ye, li ser çîroka jineke ku tûşî gelek bûyerên nexweş dibe û herwiha bi alîkariya mirovekî şahidê van rojên nexweş va hewil dide ku xwe ji van bobelatan xilas bike, dike.

Di fîlmê da Algi Eke, Burak Sevinç, Nur Surer, Hakan Bulut, Yeşim Dalgiçer, Unal Yeter û Aşkim Kapişmak di rolên sereke da dilîzin û herwisa derhêner jî Selahattin Sancakli ye.

- "Bermayiyên Çîrokan"

"Bermayiyên Çîrokan" ku derhênerê wê Mustafa Ugur Yagcioglu ye, behsa evîna ku di navbera Evrenê ku li zanîngehê doçent e û xwendekara lîsansa bilind Heceyê da dibişkive dike.

Ozgur Çevik, Îlayda Akdogan, Tuba Unsal, Anil Altinoz û Eda Akalin di rolên sereke da dilîzin.

Herwiha fîmên mayîn ên hefteyê jî dê bi navê "Kîkî: Laneta Cinan", "Jûjî Sonic" û "Masiyê Zîrek" va derkeve pêşberî temaşevanan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın