Çand û huner

Turîst eleqeyê nîşanî Keleha Şeytîn didin

Li gor texmînê Keleha Şeytan di dewra Ûrartûyan da li ser Kendalê Karaçayê hatiye çêkirin û merivan hejmetkar dihêle

İbrahim Atmaca   | 21.08.2019
Turîst eleqeyê nîşanî Keleha Şeytîn didin

Ardahan

Li gor texmînê Keleha Şeytan di dewra Ûrartûyan da li ser Kendalê Karaçayê hatiye çêkirin û merivan hejmetkar dihêle.

Deriyekî veşartî yê kelehê heye û bi dîmena xwe ya bê hempa va bala turîstan dikşîne.

Di demên dawîn da li ser medyaya civakî gelek kes qala vê kelehê dike û keleh di nav mekanên ku turîst herî zêde ziyaret dikin da ye.

Midûrê Çand û Turîzmê yê Erdexanê Efsal Alantar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku Keleha Şeytan seba turîzma herêmê gelek girîng e.

Alantar diyar kir ku restorasyon di serî da piştî ku wezaret projeyan pesend bike keleh wê zêdetir bala turîstan bikşîne û wiha dewam kir: "Em li bendê ne projeyên restorasyon û ronîkirinê bibin veberhênan. Piştî ku ev proje bibin veberhênan Keleha Şeytîn wê zêdetir bala turîstan bikşîne. Bi saya terasa temaşeyê ya ku Şaredariya Çildirê çêkir, keleh baştir dixûyê."

Reşat Çakmakçiyê turîzmkar ji Stenbol hat herêmê û got ku wî cara ewil keleh ziyaret kir û pir eciband.

Çakmakçi diyar kir ku heke danasîna kelehê zêdetir were kirin, turîzma vê derê wê pêş bikeve.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın