Çand û huner

Parka neteweyî ya 45emîn ya Tirkiyeyê "Geliyê Botanê"

Piştî ku Geliyê Botanê wek parka neteweyî ya 45emîn ya Tirkiyeyê hat îlankirin xelkê Sêrtê kêfxweş bû

Nihat Kavşut   | 22.08.2019
Parka neteweyî ya 45emîn ya Tirkiyeyê "Geliyê Botanê"

Siirt

Piştî ku Geliyê Botanê wek parka neteweyî ya 45emîn ya Tirkiyeyê hat îlankirin xelkê Sêrtê kêfxweş bû.

Geliyê Botanê ku bi îmzeya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan wek "parka neteweyî" hat îlankirin û 15ê Tîrmehê di Rojnameya Fermî da hat weşandin di nav sînorên navenda Sêrtê û navçeyên Tillo û Erûhê da li ser qederê 120 hezar donimî û guzergaheke 29 kîlomêtroqereyî da cî digire.

Li Parka Neteweyî ya Geliyê Botanê ku qismeke wê di nav Rêya Hevrişimê ya Dîrokî da dimîne li gundên Yerlîbahçe, Kayabogaz, Kalender û Koçluyê dêr û li texma Deyrê xewletxaneyek û Xewletxaneya Mar Yaqûb ya Munzewî ku di sedsala 6an da hatiye avakirin hene.

Parka Geliyê Botanê ku her demsal turîstên biyanî û xwemalî eleqeyeke mezin nîşan didin û ji Girê Rasil Hacerê (Kevbirê Qul) yê qederê 350 mêtro bilind e tê temaşekirin bi tebîeta xwe balê dikişîne.

Nevzat Amcalarê Midûrê Şaxa Sêrtê ya Parkên Neteweyî û Parastina Tebîetê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ji ber ku Geliyê Botanê wek parka neteweyî hat îlankirin ji bona turîzma çandî û turîstan gelekî girîng e.

Amcalar diyar kir park 3 kîlomêtro dûrî navenda bajêr e û got ku ji bona nêzî bajêr e wê potansiyela turîzmê zêde bike.

Nevzat Amacalar destnîşan kir geliyê ku li ser guzergaha Çemê Botanê dirêj e bermayiyên çanda Mezopotamyayê dihewîne û got ku Aşûriyan 3 hezar û 500 sal berê rêya jê ra dibêjin 'Aqabe' wek rêya ticaretê emilandine.

Amcalar diyar kir herêm bi gelî şikeftên xwe ji hêla jeomorfolojiyê va dereke xweş e.

Îdham Aydinê Şaredarê Tilloyê diyar kir piştî ku herêm wek parka neteweyî hat îlankirin li navçeyê jî geşedanên mezin hene û got piştî ku Bendava Ilisuyê avê girt wê gol çêbe û em dixwazin li qeraxên Tilloyê bêrdergeha keştiyan çêkin.

Ji welatiyan Zekî Eren diyar kir her derê bajêr xweş e û got ku lê Geliyê Botanê bi tebîeta xwe di nav ciyên herî xweş da ye.

Eren destnîşan kir piştî gelî wek parka neteweyî hat îlankirin li bajêr kelecanek heye û got ku bi saya vê turîzm pêşva here û hejmara turîstan zêde bibe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın