Çand û huner

Maher Zain klîba strana xwe ya bi Kurdî ya ku li Diyarbekirê kişand, weşand

Ömer Faruk Yıldız  | 25.03.2024 - Rojanekırın : 10.04.2024
Maher Zain klîba strana xwe ya bi Kurdî ya ku li Diyarbekirê kişand, weşand

Istanbul

ÎSTANBUL (AA) - Maher Zainê stranbêjê Swêdî yê ku bi eslê xwe ji Libnanê ye, klîba strana xwe ya bi Kurdî ya ku li Diyarbekirê kişand, li ser hesabên xwe yên medyaya civakî weşand.

Zainê ku strana xwe ya bi navê "Ey Xefûrê Rehîm" weşand, daxuyaniya nivîskî da û diyar kir, ew ji ber parvekirina strana xwe ya nû kelecanî ye û wiha dewam kir, "Ez pir bextewar im ku min bi ev qas zimanên cuda stran gotin. bi vê stanê va min bi 8 zimanan stran gotin."

Zain diyar kir, hemû ferq û cidahiyan ew wekî Misilmanekî wisa bawer dike ku her kes yek e û wiha dewam kir, "Tiştekî pir girîng e ku em hev du qebûl bikin, ji hev du hez bikin û rêza hev bigirin."

Klîba strana muzîkjenê navdar li Diyarbekirê hat kişandin, bi çêkerê wê Muhammed Emîn (Yasîn) Melîkoglu ye, Ferîde Vural û Omer Ceyhan derhêneriya klîbê kirin. Di stranê da danasîna xweşikahiyên dîrokî yên bajêr û dewlemendiyên bajêr tê kirin.

Mustafa Cecelî aranjmaniya stranê kiriye, Gurkan Çakmak tê da li bilûrê dixe, Alî Yilmaz jî li tembûrê dide.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın